Yan jî hebûn tenê bûyerek mucered nîne, divê xwedî şeklek madî jî bibe ku mirov bikare pênaseya wê ya şênber bike. Ji bo wê jî gelek caran tê gotin ku ax nasnameya civakê diyar dike. Yanî mirovahî bi şûnewarên ku tê de bicih bûye, dest bi jiyanê kiriye û her ku çûye, nasnameyek bi dest xistiye. Ev şûnewar ne girînge çawa û li ku dibe, girîng ewe ku li wir civakbûnê dest pê kiribe. Hezkirin û evîna ji axê re ji vê yekê çavkaniya xwe digire ku mirovan xwe bi wê nas kirine û bi wê nav li xwe kirine. Ax di wê astê de ji mirovan re pîroz bûye ku ger heta niha gelek kesan tam nekarîne eşqa xwe ya civakê pênase bikin yan jî nav lê bikin, ji ber vê bûye ku hêj gelek kes negihiştine wateya rastîn a axê. Civaka ku gihiştibe wateya heqîqî ya axê misoger kariye di wateya kûr a heqîqetê de bigihêje evîna rastîn. Ji ber ku ax, evîn, dostanî, bihevrebûn, hestên alîkarî û xweparastinê di civakê de ewqas kûr dike ku ger civakek ji axa xwe dûr bikeve, bêpar dimîne ji van hemû tiştan. Ji xwe wê demê civakbûn jî namîne. Dema li bajarê Qeladizê bi hêjmareke zêde a penaberên Kurdên Êzîdî û Şebek re rû bi rû hatim, di kêliyekî de tiştên min li jor behs kir, hemû wek fîlmekî di ber çavên min de derbas bûn. Nêzî 500 penaberên ji Şengal û Mûsilê li bajarê Qeladizê û derdora wê li gelek nexweşxane û mekteban de hatine bicih kirin. Dibe ku hêjmar hîn zêdetir be lê ji ber ku belave ne, hêjmara wan ya fermî nayê zanîn. Me agahiyên di derbarê wan de ji Qayîmeqam û Şaredarê Qeladizê jî pirsî, di destê wan de jî agahiyên fermî tineye lê dibêjin ku bi sedan koçber hene û hêjî ev pêlên koçeberiyê berdewam dike.

Em çûne nexweşxanyek kevin a li bajarê Qeladizê ku ew li wir bi cih bûne. Çawa mirov ji derî ve dikeve hundir, ev yek di hişê mirov de tê kolandin; qahîm bi dilê xwe girtine û di destê xwe de givaştine û heta vir hatine, bi dilê li ser destê xwe dikin jiyanek nîvcomayî berdewam bikin. Lê nizanin heya kengê. Tama penabertiya li ser axa xwe gelekî tale ji wan re û ewqas ku qet nikarin binav bikin. hêj nav li van êşên xwe nekirine. Lê dîsa jî bi herdu destan bi jiyanê girtine, ji ber ku dizanin wê rojekî misoger vegerin şûnewarên xwe, gundên xwe. Gelek ji wan dema behsa gundên xwe dikin, behsa Şengalê dikin di kelegiriyê de difetisin û qet nikarin biaxivin. Wuha dibêjin; “ger li vir her tiştê me hebe jî, em li ser doşekan jî razên û em sê dana xwarina herî baş jî bixwin. Lê xewa li ser bihostek axa tazî a Şengalê û sê dana tî û bircî mayîn, ji bo me her tişte! Tenê em li ser axa xwe bûn, em tiştek din naxwazin!” tenê dixwazin wegerin ser axa xwe. Bi wan hêviyan xwe  li jiyanê radigirin. Kenê zarokan, leyîstokên wan yên herçend nêvî maye, hêviyên jiyanê çend carî dike. Ev zarok bê ku bizanin çi li wan qewimiye yan jî bê ku bizanin zarokatiya xwe li ku bicih hiştine û ketine ser rêyan, dikenin û dikenin ji rika neyarên siberoja xwe…



GELAWÊJ EWRÎN