Rewşa awarte ye
Hêj konvoya leşkerî neketî navçeyê, bi dehan wesayîtên zirxî yên li duryana girtîgeha kevin hatin bicihkirin raste rast bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşê li gel dikin û kolanan vala dikin û pişt re konvoya leşkerî bi sîrenen dikeve nava sûkê. Konvoya leşkerî bi wesayîtên zirxî yên polîsan diçe Fermandariya Tugaya navçeyê û piştî nîvro seatek şunde careke din bi di heman rê de vedigerin. Hevkariya polîs û leşkeran a li navçeyê dibe sedema esnaf dikanên xwe bigirin. Li navçeyê bi awayekî fîlî rewşa awarte hatiye îlankirin. Polîs li navçeyê êrîşî welatiyên nerazîbûn nîşan bidin û nedin jî dike.
Sixêvan li Kurdan dikin
Li navçeyê polîs bi çekên bi teknolojiya dawî hildigirin û şovê dikin û ev yekê bi hinceta “ewlehiyê” na ji bo prestîja xwe ya windakirin paşve bigirin dikin. Li navçeyê polîs êrîşê hemû kesî dike. Polîs di her derbasbûna konvoyê de bi mîlyonan zirarê dide esnafan. Tê gotin ku esnaf ji ber rewşa dawî bêzar bû ji bo bertekan nîşan bide amadekariyên mifteyên xwe bibin danîn ber qeymeqam dikin.
Li aliyê din konvoya leşkerî ya ber bi Oremar ve diçû li gundê Befircan zarokekî 7 salî kevir avêt konvoyê û li ser vê yêkê fermandarê konvoyê, konvoy da sekinandin û xwest ku kê kevir avêtiye bêdîtin û dijûn li welatiyan kir û gef li wan xwar. Di roja bûyerê de fermandar gefên “Bila zagona derbikeve em dê we bibînin” xwarin. Dîsa li ser riya Bajêrgeh û Geverê Tabura Efeleran wesayîtên welatiyan gulebaran dikin û lêgerînê pêktînin. Bi taybet seat di 20.00’an de polîs û leşker provokasyonê pêk tînin.
Tîmê taybet zarokê 8 salî avêt erdê û pê li pişta wî kir
Li navçeya ku di nava 15 rojên dawî di 33 kes hatin binçavkirin, 17 zarok û ciwan hatin girtin. Li taxa Yeşîldereyê tîmên taybet ên ku bi ser mala welatiyên bi navê Serdar û Rifat Atak de girt li malê zarokê 8 salî li erdê dirêj kirin û pêl li pişt û qirika wî kirin, ji ber ku bavê zarokê Rifat Atak li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşanda jî hemû kesên li malê ji îşkenceyê hatin derbaskirin. Piştî serdegirtinê Rifat û Serdar bi cilên xwe yên binî ji malê hatiye derxistin û birin Midûriyeta Polîsan. Rifat Atak têkîldarî vê îsyan kir wiha got: “Pîsîtiya ku nekirin nema. Li qereqolê gotin min muqawemet kiriye. Gelo ezê li dijî polîsên ku kurê min ê 8 salî dixeniqandin bêdeng bimama? Min du kulm avêt tişta ku nehat serê min nema. Dema ku min got ezê van tiştan ji dozger û dadger re bêjim piştî sê rojan biraziyê min li qereqolê serbest berdan. Ji ber derbê min 10 rojan rapor girt. Têkîldarî mijarê min serî li ÎHD’ê da.”
Erka polêsan zêde ye
Serokê Baroya Colemêrgê Muhyettîn Gungor têkîldarî bûyerê wiha got: “Şîdeta polîsan a ku diqewime şîdeteke ji rêzê nîn e. Em wekî baro li muduriyeta polêsan û dozgeriyê bê însiyatîf man. Endamên me hatin derbkirin, rastî êşikenceyê hatin.” Nûnerê ÎHD’ê ya Geverê Muhyettîn Unal jî got: “Qasî em dibînin dozger û dadger li hemberî polîsan bê însiyatîf mane. Berê dema ku sewqiyata tank û topan dihat kirin tiştek dernediket, lê niha ev yek dibe sedema êrîşa li dijî gel. Li navçeyê di pevçûna navbera cemaet û AKP’ê de gel di navbera wan de maye.”
DIHA/COLEMÊRG