Şervanê Ermen Ebû Selah Doçka çeka hevalên xwe radike û tevlî hemleya rizgarkirina Minbicê dibe. Ebû Selah soz daye ku heyanî giştî xaka Sûriyê ji terorê rizgar bibe, ew ê têbikoşe.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (D.Ş.) ku Ermen e di nava hevalên xwe de bi navê Ebû Selah Doçka tê naskirin.
Ebû Selah di destpêka şoreşa Sûriyê de sala 2012`an leşkeriya rejîma Baas a Sûriyê dike û dema ku Artêşa Azad bajarê Minbicê ji rejîma Baas distîne ew ji leşkeriya rejîmê direve û berê xwe dide bajarê Minbicê. Li wê dere tevlî Artêşa Azad dibe. Di nava artêşa Azad de li hemberî Cebhet El-Nusra şer dike û dema ku rastiya Artêşa Azad dinase 2014`an tevlî tabûra Ehrar Sûriye ya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya li hemberî çeteyên DAIŞ`ê avakiriye, dibe.
Li gel Ebû Leyla
Şervanê Ermen Ebû Salih piştî ku bajarê Minbic ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve tê dagirkirin êdî bi Ehrar Sûriyê (Tabûrên Şemis El-Şîmal) re derbasî Kobanê dibe. Bi şehîd Ebû Leyla re ciyê xwe di nava berxwedana Kobanê de digire û li gundê Rovî ji pişta xwe birîndar dibe.
Piştî rehet dibe lê vedigere
Piştî ku Ebû Selah birîndar dibe wî radikin nexweşxaneya bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê. Birînên wî hîna nû ne, hedana wî nayê û xwe digihîne hemleya rizgarkirina gundewarên Kobanê.
Êdî doçka şehîd Ebdo bikartîne
Di hemleya rizgarkirina bajarê Sirînê de Fermandar Ebdo Doçka û Mehmûd Xezer di encama teqîna mayînekê de şehîd dibin. Ebû Selah çeka doçka ya her du hevalên xwe di şer de bikartîne û êdî bi navê Ebû Selah Doçka tê naskirin.
Tevlî hemleya Minbicê jî dibe
Ebû Selah Doçka ji despêka hemleya rizgarkirina Minbicê heyanî ku herêma Minbic rizgar dibe, cihê xwe di nava hemleyê de digire. Di hemleyê de li gundê Sinei yê girêdayî herêma Sirînê û bendava Rojava (Tişrîn) bi sivîkî birîndar dibe.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbic Ebû Selah Doçka yê Ermen soz daye ku heta bi giştî xaka Sûriyê ji terorê rizgar bibe, ew ê têbikoçe.
ANHA/MINBIC