
Nivîskarên Kurdistanî yên wekî Ehmedê Xanî, Raûf Dildar, Cegerxwîn û hwd. bandoreke mezin li ser çand, wêje û helbesta Kurdan kir. Yek ji van navdarên Kurd jî Melayê Cizîrî ye û gelê Kurd ji berhemên wan gelek sûdê digire. Seîda Xerzî û keça wê Jiyan evîndarên wêjeya Kurdî û bi taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî ne.
Dayika Seîda û keça wê Jiyan wekî du hevalan in, ji bilî sohbetên rojane behsa rojên berê, wêje û çanda Kurdî jî dikin. Seîda Xerzî ye, li herêma Xerzanê di maleke Kurdewar de kemiliye û seydayê wê bavê wê Mele Ebdullahê Xerzî ye, wê hîn di temenekî biçûk de wekî şagirtekê li ber destê bavê xwe, perwerdeya Kurdî dîtiye. Dayika Seîda bi helbestên Melayê Cizîrî mezin bûye û dem bi dem wan beytên zêrîn ji ber dike. Seîda çawa ku bavê wê lê şîret û temiyên Melayê Cizîrî kiribû, wê jî li zarokên xwe kiriye. Jiyan jî wekî dayika xwe evîndara Melayê Cizîrî ye û ew bi tembûra xwe helbestên Cizîrî tîne ziman. Jiyanê diyar kir ku bandora Kurdîtiyê her ku diçe zêde dibe, lê berevajiyê wê Kurdîtiya resen her ku diçe lawaz û jar dibe. Jiyanê da zanîn ku divê nifşên nû xwedî li dewlemendiya gencîneya wêjeya Kurdî derkevin. Melayê Cizîrî helbestvan, alim û wêjevanekî Kurdî ye û di sedsalên 16 û 17’an de li Cizîra Botan jiyaye, di helbestên xwe de navê Mela û Nîşanî bi kar anîne, berhema wî ya herî navdar Dîwan e. Tirba wî li Cizîra Botan di nav Medreseya Sor de ye. n AMED