Cigirê Serokê Komeleya Qûrbaniyên Kîmyebarana Helebce Aras Abid ragihand ku kesekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê serdena parêzgeha Helebceyê kiriye û daye diyar kirin ku agahiyên wî hene di dema kîmyebarana Helebceyê de 47 zarokên Helebceyî li ser malbatên Îranî yên li parêzgeha Kirmaşanê belav kirin e.
Cigirê Serokê Komeleya Qûrbaniyên Kîmyebarana Helebce Aras Abid di derbarê mijarê de agahî dan û da xuyakirin ku welatiyekî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê serdana parêzgeha Helebceyê kiriye û agahî ragihandine. Li gor vê yekê kesê mijara gotinê ji wan re ragihandiye ku di dema kîmyebaran Helebceyê de li Saziya Kesên Bêxwedî a bajarê Sine ligel hevalekî xwe kar dikir, hevalê wî jêre daye diyar kirin ku 47 zarokên kîmyebarana Helebceyê rizgarbûne şandine Siziya Kesên Bêxwedî ya Kirmaşanê û pişt re li malbatên Îranî bilav kirin e.
Hewldan wê bên destpêkirin
Aras Abid destnîşan kir ku hemwelatiyan jê pirsiye ji ber çi piştî 27 salan ji nû ve van agahiyan eşkere dike, ewî welatiyê Rojhilatê Kurdistanê wiha bersiva xwe daye: “Ez hatime alîkariya qûrbaniyên kîmyebarana Helebce bikim. Da ku bikaribin wan zarokên li Kirmaşanê hatine belavkirin vegerînin.”
Cigirê Serokê Komeleya Qûrbaniyên Kîmyebarana Helebce Aras Abid xemgîniya xwe li ser derbazbûna 27 sal li ser ji nû ve eşkerekirina belavkirina van zarokan anî ziman.Hat ragihandin ku wê sibe parêzgerê Kirmaşan bi şandekê serdana Helebce bike, tê payîn di derbarê vê mijarê de bê axiftin.
ŞIRAM HEWRAMÎ/ROJNEWS/SILÊMANÎ