Li pey wê hezaran Delîla hatin

Haberleri —

Delîla ya Kurdan bi dengê zelal, li pişt dahol û bi cil û bergên gerîla bû mevana her malên welatparêzeke.   

Geh destana “Her sê jinên azad” geh efsaneya “Zîlan” strî geh jî bi zimanê Tirkî got “Benîm meskenîm daglardir (Warê min çiya ne)”Lê çi digot lê dihat, li bedewiya wê, li heybeta wê.


Keça hemû gelê Kurd e

Delîlaya ku li pey xwe têkoşîn, deng û stranên xwe hişt, 9 sal berê di 24´ê Tebaxê de li Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Gulsuma Guçer, keça xwe Delîla bi wan hevokan vedibêje: “Şenay keça min e. Lê Delîla keça hemû gelê Kurd e.”


‘Binpêkirin qebûl nedikir’

Dayika wê Gulsumayê dibêje ku Delîla qe nedişibiya li zarokên wê yên din û wiha dipeyive: “Ti car ez nerehet nekirim. Pir bêdeng bû. Lê piştî mezin bû gelek bi cesaret bû. Tişta ku digot dikir. Delîlayê bindestî qebûl nedikir.”

Delîlaya li dibistanê gelek serkeftîbû li malê her tim strana ‘Dil dixwaze here cengê’ distirê. Ji ber vê malbat texmin dike ku tevlî PKK’ê bibe. Delîla ji girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek bi bandor dibe û dixwaze her derê bide ber agir û çalakiyan pêk bîne.

 

Li gel 10 hevalên xwe şehîd ket

Herî dawî berê xwe dide çiyan û li wir navê Şinaî digire. Dema rêhevala wê jiyana xwe ji dest dide navê Delîla digire. Denazeyê Delîlayê 18 meh şûnde teslîmî malbatê kirin. Delîlayê mîrateyek mezin ji hunermend û jinan re hişt. Dayika wê rojnivîskên wê hîna vedişêre. Stranên wê hîna tên strîn. Li zarokên nû tên dinê navê Delîla tê danîn. 

Delîlaya Kurdan di 26 saliya xwe de li gel 10 hevalên xwe di 24’ê Tebaxa 2007’an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. 


 JINHA/AMED

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.