Fatma Ebdullah sala 1996’an li gundê Bîr Ereb yê rojhilatê Kobanê ji dayîk bûye. Heya refa 6’emîn a asta seretayî dixwîne û ji ber rewşa malbatê û nêzîkatiyên wan ên feodal nikare xwendina xwe bidomîne û dibistanê diterikîne.
Fatima ya ku xwendin û nivîsandin xewn û armanceke wê ya zaroktiyê bû. Heya beriya Şoreşa Rojava derfetê nabîne ku xwendina xwe dewam bike û dizewice.
Hêviya wê tu carî venemirî
Bi şoreşa Rojava re û vekirina sazî, akademî û peymangehên zimanê Kurdî re Fatima careke din li pey pêkanîna xewna xwe ya zaroktiyê geriya. Navê xwe li Akademiya Şehîd Viyan Amara ya Amadekirina Mamosteyan qeyd dike û tevlî akademiyê dibe.
Ew niha hem li akademiyê dixwîne hem jî erka xwe ya dêtiyê bi cih tîne. Fatima saet 05,00’an şiyar dibe û dest bi karûbarên jiyana rojane dike.
Dema wexta akademiyê jî zarokê xwe Beşîr (1,5) datîne gel dapîra wî û zarokê 6 mehî Mustefa jî bi xwe re tîne akademiyê. Ji gundê Serzûrî yê 32 km dûrî bajarê Kobanê ye derdikeve û berê xwe dide akademiyê.
Akademî saet 08.00’an de dest pê dike û dersdayîn heya saet 14.00’an lê dewam dike. Mistefa yê 6 mehî jî tevî dayîka xwe di hemû waneyan de amade dibe. Fatima neçar e pêdiviyên wî pêk bîne û li dersan jî guhdarî bike. Ji bo bicihanîna herdu mercan dayika Fatima gelek astengiyan dikşîne. Lê belê tevî vê jî israr dike xwe fêrî ziman bike û bibe mamostek da ku zarokên gundê xwe perwerde bike.
Hevalên Fatima yên akademiyê wê bi tenê nahêlin.
Heya vê kêliyê jî Fatima bi biryar e ku 8 mehan li Akademiya Şehîd Viyan Amara bixwîne û bibe mamoste.
ŞÎLAN MIHEMED/ANHA /KOBANÊ