
Ji her derê dest bi rêwîtiyê kirin “dîlan qîza dîlanan û baran lawê baranan” Yek ji wan jî Hebûn Sonya bû. Jiyana ku li Derîkê Hemko dest pê kir, li Rihayê bi dawî bû. Yan jî mirov dikare bêje bê dawî bû. Xwe tevlî dîrokê kir, dîroka ku bi xwînê dihat nivîsandin.
Medya Murad (Hebûn Sonya) di sala 1987’an de li bajarê Dêrîka Hemko yê Rojavayê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirin. Medya zarokatiya xwe li Rojava dibihurîne, lê ji ber rewşa malbatê û tadeya rejîma Baasê di ciwantiya xwe de tevî malbatê koçî paytexta Sûriyê bajarê Şamê dikin.
Li bajarê mezin ê Şamê, Mediya li wir dest bi lêgerîna ji bo azadiyê dike. Ev lêgerîna wê di rawestgeha Tevgera Azadiya Kurdistanê de geş dibe. Medya ji ber pey şopa xwebûnê ketibû, herî zêde li dijî tinekirina dijmin, ji hebûnê hez kir.Belkî ji bo vê bû ku navê Hebûn ji xwe re hilbijart di nav refên azadiyê de. Bi xwebûna xwe bû Hebûn.
Hebûn Sonya li Kurdistanê vedigere, da ku her kevirekî Kurdistanê binase û ev kevirên ku bi xwîna şehîdan şil bûbû...
Ber bi Kobanê ve
Berxwedana Kobanê ya 15’ê Îlonê bûbû bangeke dîrokî. Ma mimkun bû dilsozekê wekî Hebûn Sonya ji wê bangê re bêdeng bimîne. Rêwîtiyeke nû dest pê kir. Sonya ji deverên dûr berê xwe da Kobanê, sînorê di navbera Kobanê û Pirsûsê de di şeva 11’ê Cotmeha 2014’an qut kir û ji wê kêliyê de bû lehengeke bûyerên romana ku li wir digeriya.
Kobanê ku wê demê qada top û guleyan bû, ku mirovî nedizanî di kîjan kêliyê de ew ê guleyek ji ku were an jî hawanek ji kîjan aliyê asîman dakeve.
Sonya li qada Kobanê, weke fermandara YPJ’ê ya eniya başûr cih girt. Di nav kolanên vê eniyê de, bêyî rawestîn digeriya. “Heval hûn divê îşev vê çepera xwe saxlem bikin… Divê Hevala Fîdan vegere birînên xwe paqij bike… Heval tedbîrên xwe bigirin…û hwd” gotinên ku her di nav şervanan de li ser ziman bû.
Nexwest derbasî Tirkiyê bibe
Di nava vê bagerê de, Sonya carekê bi guleya RBC ya çeteyên DAIŞ ji ling û destê xwe ve birîndar bû. Şervanan ew bi lez rakirin nexweşxaneyê. Dema ku bijîşkan li vir xwestin ku ji bo dermankirinê wê veguhêzin Bakurê Kurdistanê û ji Kobanê derxînin, di dema ku hîna di nav xwînê de bû û jana birrîndariyê dikişand, qebûl nekir û got “Rica dikim min rênekin, li gora derfetên xwe min derman bikin. Tenê min ji hevalan qut nekin û dûrî vê berxwedanê nekin.”
Bi rastî jî bijîşkan li gora vê xwestekê ew derman kirin. Lê ji ber bêderfetiyan, damarên hîskirinê yên destê Sonya ku hatibûn birîn û nikaribûn li Kobanê bên dermankirin, şewitîn.
Sonya mehekê ji bo dermankirinê li mala birîndaran ma, lê bi wî ling û destê birîndar ji eniyê qut nedibû, her diçû serdana şervanan.
Çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan bangewaziyek e
Fermandara YPJ’ê Sonya ji ANHA’yê re çalakiya fedaî ya têkoşer Arîn Mîrkan nirxand û wiha peyivî: “Min hevala Arîn nas dikir. Çalakiya hevala Arîn ne di encama kêliyek hestiyar û hin aciziyan bû. Arînê li her qadeke şer, hestên tolrakirinê dijiya. Wexta hevalên wê şehîd diketin û ew ji dijwariya wan dûr ba, ji milê wijdan ve qet rehet nedibû. Soz dabû hevalên xwe yên şehîd ku biçe cihên zehmet bimîne. Bi vê soza xwe ve gelekî girêdayî bû. Bi îsrara xwe derbasî Kobanê bû. Têkoşîna wê û çalakiya wê li hemberî zîhniyeta DAIŞ ya talanker, desthilatdar û kolekirinê bû. Çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan bangewaziyek ji bo ciwanan bû ku berê xwe bidin azadiyê û têkoşîn bikin. Sonya di dawiya gotinên xwe de soza şopandina riya Arîn Mîrkan da.”
Sonya vegeriya eniyê
Hîna birîna Sonya baş nebûbû ew berê xwe da eniya rojava. Hem bi şer û tektîkên êrîş û xweparastinê re, hem jî bi perwerdekirina şervanan re mijûl dibû. Sonya tişta herî zêde girîngî didayê perwerdekirina mirovan bû. Çeper bi çeper li ser şervanên xwe digeriya û di hemû mijaran de bi wan re dibû alîkar û di nava wan şert û mercan de ew perwerde dikirin. Wexta ku operasyona şervanên YPG ê ya rizgarkirina Kobanê dest pê kir fermandara YPJ ê Sonya derbasî eniya başûr bû. Her gaveke ku şervanên wê diavêtin ew jî bi wan re bû.
Li Rihayê şehîd dikeve
Fermandara YPJ´ê Sonya bi şervanên xwe re diçe çalakiyê, wexta di navbera wan û çeteyên DAIŞ´ê de şer dertê, ew jî ji serê xwe birîndar dibe. Dema ku wê derbasî bakurê Kurdistanê dikin ew ne li ser hişê xwe ye. Çiqasî doktor dixwazin pêre bibin alîkar lê belê birîna wê giran e û piştî çend saetan li Rihayê şehîd dikeve.
NEHÎR PALE / ANHA / KOBANÊ