Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr veşartina 261 cenazeyên li ser hev hatine veşartin ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay Pirsî û got: “Hûn vê hovîtiyê bi kîjan hêncetê dikarin rave bikin?”
Di Kanûna 2017’an de tê gotin 267 cenaze ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û biribûn Stenbolê. Sê roj berê ajansa Mezopotamyayê derxist holê ku ji van cenazeyan 261 cenaze li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê li cihek biçûk ji bo peyarêyê hatiye veqetandin li ser hev veşartine.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr rewş bir rojeva Meclîsê û bi pêşniyazpirsekê ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî: ”Tê gotin cenaze du sal li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hatine ragirtin û pişt re birine li Goristana Kîlyosê veşartine.
Ev di kîjan wîjdan û edaletê de cihê wê heye? Armanca sekinandinek ewqas domdirêj a cenazeyan çi ye? Hûn vê hovîtiyê bi kîjan hêncetê dikarin rave bikin? Hûn ê der barê cenazeyan de lêkolîn bikin û bersivek çawa bidin malbatan?”
MA/ENQERE