Li Parlamena Ewrûpayê (PE) wê ji konferanseke berfireh a li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re malovaniyê bike.

Konferans bi pêşengiya koma Keskan/EFA, Tifaqa Navneteweyî ji bo Parastina Azadî û Mafan a bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AÎDL) pêk tê.

Di konferansê de ku çarşemê û pêncşemê (11 û 12’ê Kanûnê) wê bi rê ve biçe, parlamenter, parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen, nûnerên rêxistinên parastina azadiya çapemeniyê, rojnamevan û lêkolîner wê gotaran pêşkêş bikin.

Konferans wê çarşemê saet 16:30’î dest pê bike û heta 19:30’î dewam bike. Di roja duyê de jî wê di navbera 09:30 û 17:00´an de pêk were.

Amadekarên konferansê got, der barê Rojava yekemcar konferanseke ewçend berfireh li PE´yê tê kirin. Amadekaran wekî din got, armanca wan ew e ku rûyê rastî yê dewleta Tirk nîşan bidin û nedin jibîrkirin.

Sefîrê karên însanî yê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Per Orneûs, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Fransayê û Hevserokê Rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Bernard Kouchner, şêwirmendê siyasî û dîplomatîk ê berê yê DYE’yî Peter W. Galbraith, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Berpirsyara Buroya wê ya Rojhilata Navîn Sabrine Bennoui, pispora olên Rojhilata Navîn û siyasetê ya Fransayê Amelie Chelly, parêzerê Baroya Parîsê Sevag Torossîan, parlamenterên Keskan, Yekîtiya Çep, Tifaqa Pêşverû Demokrat û Sosyalîstan, damezrîner û midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ûsama Suleyman, rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê beşdarî konferansê bibin.

 

ANF/BRUKSEL