Adîl Kurt, di axaftina xwe de, pêwajo bi berfirehî nirxand û her wiha bal kişand li ser komkujiya Roboskî yê û hewldanên hikûmeta AKP'ê a diderbarê pirsgirêka Kurd û her wiha siyaseta dide meşandin û wiha got: "li Tirkyê konseptek dû alî tê meşandin. Yek amadekariyên makê zagona nû ji aliyê hikûmet û derdorên demokratîk ve tên kirin. Ya dudûyan jî, siyaseta AKP ya xapandin û qirêj a li ser siyaset û tevgera gelê Kurd dide meşandine.  Lê gelê Kurd li xwe û rêxistina xwe xwedî derket û her roj hêza xwe ya li hemberî girtinan xurtir dikin. "
Kurt, piştî nirxandin û rexnekirina siyaseta AKP û axaftina xwe gelek xal û mijarên sereke ê pêvajoyê jî nirxandin.
Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt nîşankir ku AKP û rayadarên dewletê her çiqasî bi çavsorî û siyaseta xweya psîkolojîk gel çav tirsandî bike jî, xwe di xapîne. Kurt, di dawiya axaftina xweda, bal kişand li ser tecrîta li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocolan jî û wiha got, "Dewlet bi tecrît kirina Rêberê Gelê Kurd di xwaze hemû gelê Kurd tecrît bike. Gelekî Rêberê wî ne azad be,  ew gel jî ne azad e. Pêwîste ev tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd newê qebul kirin û her wiha gelê Kurd wê qebul neke."
Adîl Kurt, di dawiyê de, bang li gelê Kurd ê li derveyî welêt jî kir û wiha got; "hûn Kurd ê li vir dijîn xwedî derfeten gelekî mezinin ji bo rêxistinbûyînê. Rêxistinbûyîn rûhiyeteke, felsefeyeke civakiye. Pêwîste hûn wê rûhiyete pîroz civaka xwe ya li vir xurtir bikin." 


ABDURRAHMAN KARATAŞ - PFORZHEIM