Rêxistina BDP'ê ya Rihayê û Pirsûsê ji bo 6 gerîlayên ku di navbera salên 1996 û 1997'an de jiyana xwe ji dest dane û navê wan nû hatin aşkerekirin li Pirsûsê konê sersaxiyê vekir. Rêxistina BDP'ê li Gundê Kersanê ji bo Erdal Ceyran binavê nas (Şexo), Mehmet Salih Ceyran bi navê nas (Zınar), Celal Sezer bi navê nas (Dilbirîn), Metin Ceyran bi navê nas (Mahir), kanê sersaxiyê vekir. Di konê sersaxiyê de rêveberên Meclisa BDP'ê MEYADER, DOKH, Dayikên Aştiyê, û gelek kesên din amade bûn. Li mala sersaxiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 6 endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dabûn hat vekirin. Girsê di serdana kon de siloganên dilsoziya bi cangoriyan re qîriya. Girsê rêz girt û sirûda Çerxa Şoreşé xwend.

Ji bo endamên PKK'ê Bedrettin Kaya bi navê nas (Omer) û Mucahit Kaya bi navê nas (Baran Gap Fuat ) jî li Gundê Konakê yê navçeya Pirsûsê konê sersaxiyê hat vedan û kon bi girseyî hat ziyaretkirin.

RIHA