Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji bo piştgirî û silavkirina Kurdên li Rojavayê Kurdistan li Qada Newrozê ya Taxa Aydinê şahî hate lidarxistin. Serokê BDP'ê ya Rihayê Mehmet Çîçek, Serokê BDP'ê ya Pirsûsê Mehmet Kayhan, Cîgirê Şaredarê Pirsûsê Muge Demîr, rêvebirên BDP'ê yên navçeyên Wêranşar, Serêkanî û Pirsûsê beşdarî şahiyê bûn. Şahî ji bo bîranîna kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de Koma Hîvron û hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û stranên xwe bi gel par ve kirin. Şahî heta derengiya şevê dom kir. 

DÎHA/RIHA




Li Hezexê meş

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî di pêşengiya Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê de meşek girseyî hete lidarxistin. Girseya piştî terawîhan li Parka Aşiti kom bûn û meş pêk anîn. Di meşê de rêveberên BDP'ê Wekîlê Şaredarê Hezexê Selahattin Acar û endamên meclîsa şareadriyê jî amade bûn. Girseya ku heta Kolana Adile Naşit meşiyan pankarta "Em berxwedana bi rûmet a Kurdên Sûriye slav dikin" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girseya ku heta kolana Adile Naşit meşiyan, pişt re disa heta Parka Aştiyê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê endama Dayikên Aştiyê Nebiha Akay, daxuyanî da û piştgiriya xwe ya kurdên Sûrî anî ziman. Akay, bang li hemû kurdan kir û xwest yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin û li aştiyê xwedî derkevin. Jin piştî daxuyaniyê bi dirûşme û çepikan belav bûn.

DÎHA/ŞIRNEX