
300 ciwanên endamê SGDF ji bo tevli pêvajoya jinûveavakirina Kobanê bibin hatin Rihayê. Dema ciwana ji bo derbarsbûnê daxuyanî didan teqînek pêk hat û ji herî kêm 27r kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn
300 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF) ji bo tevli pêvajoya jinûveavakirina Kobanê bibin ji Stenbolê rê ketin hatin Pirsûsê ya Rihayê. Ciwanên SGDF’î demek dirêje bi dirûşmeya “Me Kobanê bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” xebatên xwe dimeşandin bi alîkariyên bi xwe re anîn gihiştin Rihayê.
Di ketina Pirsûsê de polîsan nasnameyên ciwanan kontrol kirin û Nûçegeihanê ETHA’yê berê Emrah Îlîng ji ber biryara wî ya lêgerînê hebû hat binçavkirin. Ciwan pişt re derbasî Navenda Çandê ya Amara bûn û rêveberên HDP û DBP’ê ciwan pêşwazî kirin. Qeymeqamtiya Navçeyê jî got destûr hemû ciwanan nadin lê tenê dikarin destûra komekî ciwan bi temsîlî derbas bibin dê bidin.
Hat ragihandin ku li baxçeyê Navenda Çandê ya Amara ya ku 300 endamên SGDF ên ku ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Pirsûsê ya de teqîn pêk hat. Dema ciwanan li baxçeyê navendê têkildarî derbasbûna Kobanê de daxuyanî dan çapemeniyê teqîn pêk hat û di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Di encama teqînê de baxçeyê navenda çandê vegeriya deryaya xwînê. Piştî bûyerê gelek ambunlas sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Piştî êrîşê birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê û Nexweşxaneyan Dewletê ya Pirsûsê. Ji bo birîndarên rakirin nexweşxaneyan anonsên bi lezgînî hewcehî bi xwînê heye hatin kirin. Lê ji ber li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê amûrên teknîkî yên xwînê bigirin kêm in dixwazin welatî biçin Rihayê. Hêj hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bi zelalî nayê zanîn.
Piştî teqînê dozger û ekîbên pisporên teqînê hatin navenda çandê û li baxçeyê navenda çandê dest bi lêkolîn kirin. Li gorî agahiyên yekemîn ên dozger, rayedarên polîsan û wekîlên HDP’ê 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ku êrîşa bombeyî êrîşekî xwekujiye.
Navên 25 kesên diyar bû
25 kesên di encama êrîşa xwekûjî ya Pirsûsê de birîndar bûn rakirin Nexweşxnaeya Dewletê ya Pirsûsê. Dermankirina kesên rakirin nexweşxnaeyê berdewam dikin.
Hejmara kesê di êrîşa xwekujî ya li hemberî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ku ji bo tevli xebatên ji nû ve avakirin Kobanê bibin ji Stenbolê hatin Pirsûs de jiyana xwe ji dest dan û birîndarbûn bi awayekî fermî nehatiye aşkerakirin. Ji kesên di êrîşê de birîndar bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û nexweşxaneyên Rihayê tên dermankirin.
Li gorî agahiyan navên kesên birîndar ên birine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê wisa ne: Fethî Aydin, Îbrahîm Halîl Nagaz, Omer Bal, Guneş Erzurumlu, Efe Çatalbaş, Huseyîn Dogan, Zafer Aydin, Leyla Kiliç, Yasîn Can Uç, Alî Denîz Esen, Levent Akhan, Înan Soker, Îlke Başak Baydar, Muhammed Sezgek, Îhsan Oguzcan Yuzgeç, Ozlem Tunç, Sebahattîn Pîşkînbaş, Volkan Uyar, Seyît Cem Çakmak, Erkut Kuçukşahîn, Mehmet Şîmşek, Guney Alvanoglu, Ferhat Akyuz û Sezgîn Dag.
Waliyê Rihayê: Êrîşekî xwekujiye
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk der barê êrîşa li hemberî 300 ciwanên endamên SGDF’ê de diyar kir ku êrîşa li Pirsûsê êrîşekî xwekujiye û ev yek teqez e.
Walî Kuçuk anî ziman ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest da 28 kes in û der barê kesên êrîşa xwekujî pêk anîn de jî wiha got: “Êrîşa xwekujiye lê 18 saliye ne diyar e? Hêzên me hêj lêkolînan dikin. Bûyer gelek zîndiye. Kiye, nasnameya wî çiye, der barê wî de tu agahî tunene. Ekîbên lêkolîna cihê bûyerê, hêzên ewlehiyê lêkolînan dikin. Dema zelal bû em ê ji raya gişt re aşkera bikin.” Kuçuk da zanîn ku heta niha tu kes der barê bûyerê de nehatiye binçavkirin.
DÎHA/RIHA
Banga çalakiyê
NAV-DEM’ê têkildarî êrîşa Pirsûsê daxuyanî da, bang li Kurdên Elmanyayê û demokratên Tirkiyeyî kir ku “li hember komkujiyê bêdeng nemînin.”
NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got ku êrîşa li Pirsûsê ya li hember endamên SGDF’ê ji aliyê DAIŞ û hikûmeta AKP’ê pêk hatiye. NAV-DEM’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi armanca cezakirina Şoreşa Rojava û dostên wê komkujiyeke bi plan pêk aniye û got: “Ev komkujî planeke paşverû ye ya li hember bêdengkirin û pelçiqandina mirovatî, biratiya gelan û şoreşa gelan a li Rojava ye.”
NAV-DEM’ê kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û soza ku bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn da. NAV-DEM ji birîndaran re şifa xwest û bang li hemû navendên Civaka Demokratîk a Kurd, ABDEM, pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk, parêzvanên demokrasî, biratî û wekheviyê kir ku bilez îro ji bo protestokirina vê komkujiyê derkevin kolanan kir.
DUSSELDORF
HDP: Divê AKP hesab bide
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş destnîşan kirin ku hikûmet hevkarê komkujiya li Pirsûsê ye. Di daxuyaniya hevserokan de banga ‘xwe biparêzin’ li gel û saziyan hat kirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, der barê komkujiya li Pirsûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em êrîşa namerdî û li dijî mirovahiyê ya îro li Pirsûsê rû da lanet dikin. Bila rehma Xwedê li hemû hevalên me yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane be. Ji gelê me û xizmên wan re sersaxiyê dixwazin, bila xwedê sebrê bide wan. Ji hevalên me yên birîndar re şîfa xêrê dixwazin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmeta demkî xwedî wê berpirsyariyê ye ji her alî ve can û malê gel ewle bike û got, “Hikûmet a ku li hemberî PYD’ê artêş û bi deh hezaran leşker veguhast ser sînor û qaşo tedbîrên ewlekariyê girt, neçare ji aliyê siyasî ve hesabê teqîna bombeya li nava Pirsûsê bide. Ji her şêwe qelsiya îstîxbarat û ewlekariyê, hikûmeta niha berpirsyar e.”
Yuksekdag û Demîrtaş bang li gel û saziyan kir ku bi xwe ewlekarî û parastina xwe bikin û gotin, “Gelê me, saziyên me yên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, şaredariyên me, rêxistinên pişeyî û hemû saziyên civakî divê tedbîrên xwe yên ewlekariyê bigirin. Ketin û derketina avahiyên me yên partiyê, cihên çalakiyê girseyî tên lidarxistin, bi taybetî divê werin parastin û ewlekirin. Ji bo artêşa tecawizkaran DAIŞ nikaribe ewçend bi hêsanî êrîşî gelê me û saziyên me bike, divê em tedbîrên xwe bigirin.” Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîna sibe ya Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de wê ev mijar bi taybetî were nirxandin.
ENQERE