Parlamenterê YNK’ê yê li Parlamenta Iraqê Mihemed Osman nerazîbûn nîşanî êrîşên çeteyên PDK û dewleta Tirk ên li Şengalê dan û li dijî van êrîşan banga yekîtiya neteweyî li hêzên Kurdan kir. Osman da xuyakirin, ku ya li Şengalê qewimî rewşeke gelekî nebaş e û got, “Ev şer bandoreke gelekî nebaş li ser Kurdan dike. Aloziya navbera partiyan zêdetir kir. Gel di nava partiyan de parçe dibe. Lewma ev yek dibe sedem ku yekîtiya neteweyî ji dest biçe. Ji ber vê yekê, divê tiştên welê were kirin, ku kes newêribe careke din şerekî bi vî rengî bike.

Parlamenterê YNK’ê Osman wiha dewam kir: “Ya ku min fêhm nekiriye û lê pirsim ew e; madem ev kesên bi navê ‘pêşmergeyên rojava’ dixwazin li dijî DAIŞ’ê şer bikin, çima di wir re derbas dibin? Ma rêyeke tin tine bû? Ya ku min ji rewşê fêhm kiriye ew e; li pişt vê yekê planeke veşartî heye. Hêvîdar im wê pêşî li vê rewşê were girtin û Kurd hemû berê tivingên xwe li çar parçeyên Kurdistanê bizîvirînin dijmin. Û tevî vê yekê, ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî têbikoşin.”


Wê bi xayenetê bên darizandin

Mihemed Osman diyar kir, di rewşa heyî de di navbera başûr û rojava de ti sînor nema ye û wiha dewam kir: “Bi yekîtiya hêzê re têkoşîneke gelekî baş dikare were meşandin. Heman tişt ji bo Bakurê Kurdistanê jî derbas dibe. Hem weke kadroyekî YNK’ê hem jî weke parlamenterekî bang dikim; ku em hêza xwe bikin yek û li kîjan aliyê Kurdistanê êrîşek çêbû em li hember rawestin. Partiyeke ku berevajî vê tevbigere, divê zanibe ku zilmê li gelê xwe dike û dîrok wê wan bi xiyanetê dadgeh bike.”

‘Ew bi xwe terorîst in‘

Parlamenterê YNK’ê yê li Parlamenta Iraqê Mihemed Osman da xuyakirin, ku weke YNK ew PKK’ê weke hêzeke neteweyî ya Kurd a leheng, welatparêz û şoreşger dibînin û li dijî her kesên ku PKK’ê weke terorîst dibînin, disekinin. Osman got, “Ez bi rengekî vekirî bêjim. PKK hêzeke şoreşger û welatparêz e ku ji bo neteweya Kurd têdikoşe. Di vê oxirê de bi hezaran berdêl daye. Li her bihosta Kurdistanê têdikoşe. Yên ku PKK’ê weke terorîst bi nav dikin, ew bi xwe terorîst in.” n HEWLÊR