Fermandarê YPG’ê yê bajarê Helebê Rêzan Rojhilat destnîşan kir ku li pişt êrîşên çeteyan ên li dijî taxa Şêxmeqsûd dewleta Tirk heye û got, çeteyan xalên hevpeymana YPG û Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê pêk neanîn.

Derbarê rewşa dawî ya taxa Şêxmeqsûd û sedemên binketina hevpeymana di navbera YPG û Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê de hatiye îmzekirin, Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel ê bajarê Helebê Rêzan Rojhilat axivî.

Rêzan Rojhilat bal kişand ser êrîşên çeteyên El-Nusra û komên alîgirên wê yên li dijî welatiyên sivîl ên taxê û got: “Ji ber van êrîşan, me û Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê bi hev re civînek lidar xist û hevpeymanek îmze kir. Di xala destpêkê de tê gotin ku divê êrîş û topbarana li dijî taxê werin rawestandin û hemû komên çete yên ku tax dorpêç kirine ji wan deveran vekişin. Komên çete guh nehan Odeya Çalakiyên Rizgarkirina Helebê û berovajî vê yekê êrîşên xwe zêdetir kirin.”


Êrîşan dewleta Tirk bi rê ve dibe 

Rojhilat destnîşan kir ku hinek hêzên ku naxwazin ev şer bidawî bibe hene û wiha got: “Wekî Yekîneyên Parastina Gel me ji aliyê xwe ve hemû xal pêk anîn, lê xuyaye hin alî nexwazin ku ev êrîş werin rawestandin. Ev çete piştgiriya xwe ji îstixbaratên dewleta Tirk ve werdigrin, kesên van êrîşan birêve dibin serbaz û hêzên îstîxbaratên Tirk in, ji ber vê çeteyên El-Nusra, El-Sultan Murad û alîgirên wan êrîş nesekinandin.”


Rastiya berovajî dikin

Rêzan Rojhilat hovîtiya çetayan li dijî welatiyên sivîl ên taxê bibîr xist û ev yek anî ziman: “Çeteyan bi fûzeyên Katoşya topbaran kir. Ji ber vê hêzên me neçar man ku bersivê bidin êrîşên çeteyan û li hemberî aliyê ku êrîş dikin, şer bikin. Çeteyan û hin dezgehên çapemeniyê yên nêzî wan hewl dan ku rastiya heyî berovajî bikin û xwestin ku bibêjin; hêzên me rêya di navbera bajarê Helebê û bakûrê gundewarê wê de girtine. Her wiha îdîa dikin ku me welatî sûîkast kirine. Her kes dizane ku ev hemû derew in û ji rastiyê dûr in.”


Ji bo şer jî ji bo aştiyê jî em amede ne

Fermandarê YPG’ê Rêzan Rojhilat got, çete êrîşên xwe dewam dikin û ji ber topbaranê gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

Rojhilat wiha domand: “Em hemû pêkhateyên taxê diparêzin, soza ku me daye gelê xwe, em heta dawiyê pê ve girêdayî ne, wekî ku em amade ne bersiva hemû êrîşan bidin, her wiha em amade ne ku bibin aliyekî aştiyê jî.”

Rêzan Rojhilat ji her kesî xwest ku ji îdîayên çete belav dikin bawer nekin û diyar kir ku ev îdîa hemû ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk ve tên kirin û wiha  dawî li gotinên xwe anî: “Dewleta Tirk dixwaze parêzgeha Helebê dagir bike, ji ber vê ewqasî piştgiriyê dide van çeteyan.”


2 çeteyên El-Nusra hatin kuştin


Hêzên YPG/YPJ’ê li dijî komên çete yên Cebhet El-Nusra çalakî lidar xistin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê dayî, hêzên YPG/YPJ’ê doh berê sibê saet di 03.00’an de li devera di navbera Navenda Avjeniyê ya El-Helebî, Bustan Paşa û Kargeha Otobusan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê çalakî li dijî komên çete yên Cehbet El-Nusra û Koma bi navê Sultan Murad ku amadekariya êrîşan dikir, lidar xist.

Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hêzên YPG’ê çekên wan, her wiha bêtêlek desteser kir.


BERFÎN ROJ/ANHA/HELEB