Li navçeya Başûrê Kurdistanê Xurmatû ya ser bi Kerkûkê ve lê bi fermî girêdayî parêzgeha Selahaddînê ye ji 12'ê Mijdarê de di navbera pêşmergeyan û milîsên Şîe yên bi navê Heşd El-Şebî de aloziya ku derket holê her diçe giran dibe. 

Heta niha şerê ku di navbera herdu aliyan de diqewime, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.  

Pêr êvarê jî milîsên Heşd El-Şebî bi çekan êrîşî buroyên PDK´ê û Komeleya Îslamî yên li navçeya Xurmatû kir. Berpirsê PDK’ê yê Xurmatû Ehmed Ezîz derbarê êrîşê de agahî dan Rojnewsê û got, di vî şerî de ti kuştî û birîndarên wan nînin.

Derbarê mijarê de Parlamenter û Endamê Desteya Pêşmergeyan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebû Karwan jî li ser mijarê, ji Ajansa Rojnews re axivî û destnîşan kir ku li metirsiyên mezintir li benda wan in. 

Ebû Karwan rexneyên tund li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku ji berê de li ser metirsiyan li Xurmatû heye, desteya wan hişyar kiriye û wiha peyivî: "Ev çend roj in ku ji ber hinek bûyerên nebaş û neqanûnî yên hêzên Heşd El-Şebî, li Xurmatû rewşeke nearam heye. Ji ber vê rewşa metirsîdar hejmarek welatiyên Kurd bûne qurbanî û hejmarek malên Kurdên li wir hatine şewitandin."

 

‘Ji hemû sînorên xirab derbas bûye’

Ebû Karwan got, wan weke Desteya Pêşmergeyan a Parlamentoyê li ser rewşa heyî, çend caran civîn li dar xistin û wiha axivî: Der barê metirsiya heyî de hatibû hişyarkirin. Niha metirsiya mezin li benda me ye."

 Ebû Karwan di dewama axaftina xwe de îşaret bi van mijaran kir: "Ev rewşa li Xurmatû di demekê de ye ku di nava hêzên Kurdistanî de şerê hundirîn ê ragihandinê yê bêwate heye. Di rastiyê de rewşa hundirîn a Kurdistanê, neyekbûn û pêşbaziya di nava hêzên Kurdî de ji hemû sînorên xirab derbas bûye. Kar gihiştiye wê astê ku ewqas dijberiya hev dikin, xwîna şehîdan jî nekarî wan bisekinîne. Divê ev rewşa neberpirsyartî bê rawestandin."


Gelek kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, di encama şerê heta niha de di nava sê rojîn bihurî de di navbera Heşd El-Şebî û pêşmergeyan de 12 milîsên Heşd El-Şebî hatin kuştin, 14 ji wan jî birîndar bûn. Li aliyê Kurdan jî 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 20 pêşmerge jî birîndar bûn. Wekî din 49 xanî û qederê 100 dikanên welatiyan li navçeyê hatin şewitandin. 

Seatê ku me nûçe amade dikir, Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, ji bo êrîşên Heşdî El-Şebî şermezar bikin li Kerkûkê xwepêşanek li dar dixist. 


 KERKÛK