Irmak anî ziman, ku heta emrê xwe yê xwendina lîseyê wê Kurd weke ‘terorîst û gelekî divê were kuştin’ didît û ragihand, ku piştî tevgerên sosyalîst nas kir, nêrîna wê ya li Kurdan guherî.

Irmak da zanîn, li hemberî daxuyaniyên dawî û êrîşên hikûmeta AKP’ê wê berê xwe daye Nisêbînê û got, “Ez ne Kurd im, lê beriya her tiştî mirov im. Li pêş çavên tevahiya cîhanê zarokên Kurd bi bomberdûmanê tên qetilkirin û kes lê temaşe dike. Kurd û Tirk ti carî nebûne derdê sîstema kapîtalÎst. Bi tenê hestên neteweperestiyê sor dike û bi vî rengî xwe zexm dike. Binêrin, gelo ev pêkanînên AKP û Erdogan kêmî yên Hîtler in? Lê belê ev wehşeta li hemberî Kurdan tê kirin, bi xweşiya gelek mirovên li rojavayê welêt dijîn diçe. Eger Kurd xwişk û birayên min bin, hingî çima ev sîstem ji bo berjewendiyên xwe xwişk û birayên min qetil dike? Çima ez ê li pêşberî qetilkirina xwişk û birayên xwe bêdeng bimînim? Gelo heta niha hatiye dîtin ku civaka Kurd êrîşî can, mal û axa Tirkan kiriye? Ev gel bi hezaran salan e li ser vê xakê dijî û çawa dixwaze dikare bi wî rengî bijî. Gelo ev yek ne mafê herî xwezayî yê Kurdan e? Heta ku Tirk li hemberî vî şerê kirêt ê dewletê dengê xwe bilind neke, Tirk wê ji vê zerarê bibîne.”


FERHAT ARSLAN/ANF/MÊRDÎN