Pêr li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo kurtefîlma “Nigaş“ û filma “Darên bi tenê” ku lîstikvanên wê şargirtinên Akademiya Şehîd Yekta Herekol in, hatin pêşkêşkirin.

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Komîna Film Rojava, pêr danê êvarê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kurtefîlmê “Nigaş” û fîlma “Darên bi tenê” ku lîstikvanên wê şargirtinên Akademiya Şehîd Yekta Herekol e, hatin pêşkêşkirin.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo temaşekirinê berê xwe dane navendê.

Navaroka fîlma “Darê bi tenê” li ser berxwedaniya dengbêjan e, her wiha fîlma “Nigaş“ jî behsa xeyalên kesekî kor dike.

Fîlma “Darên bi tenê” ku derhênerê wê Şêro Xindê ye di nava 4 salan de hat amedekirin. Film li ser dengbêjên Kurd, Aşûrî û Ereb ên Rojavayê Kurdistanê ye.

Ev berxwedan e

Şero Xindê armanca film anî ziman û got; “ Li dijî qirkirin û asîmîlekirina çand û hunerê dengbêj li ber xwe didin. Jiyana hevbeş di nava dengbêjên Rojavayê Kurdistanê de jî heye. Hêzên dagirker bi salan xwest ku çanda dengbêjiyê tine bikin. Dengbêjî berxwedan e.”

Zindîbûna rihên dayikan

Kurtefîlma “Nigaş“ di nava mehekê de hat amedekirin. Lîstikvanên film; Xelîl Hesen û Zelîxa Xelîl in. Mijara kurtêfîlm jiyana kesekî kor e. Xeyalê wî kesî ew ku li pêşberî bi hezaran kesî li kemanê bide. Rastiya veşartî dema ku ew çepikên dayîka xwe dibihîsê derdikeve holê.

Derhenêrê fîlma “Nîgaş” Denîz Derwîş diyar kir ku rihê dayîkbûnê di hemû milên jiyanî de derdikeve holê û wiha pê da çû; “Çîroka kurtefîlim bêhtir cudabûna di navbera rastî û xeyalê de bû. Zindîbûna rihên dayîkan derket pêş.”

QAMIŞLO