Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundir a Bakurê Sûriyê destnîşan kir ku 2 endamên Hêzên Parastina Civakî di encama teqîna doh a li Qamişlo de birîndar bûne û piştrast kir ku ew xebatên xwe ji bo girtina endamên şaneyên razayî yên çete wê bidomînin.
Êrişa bi mayîn li taxa Qamişloyê Kornîşê doh sibehê sate 07:55’an li dijî trempêleke Hêzên Parastina Civakî (HPC) pêk hat û di encamê de 2 endamên HPC´ê birîndar bûn. Herdu birîndar ji bo dermankirina rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên Ewlehiya Hundir soz da ku ew ê şaneyên razayî yên terorîst tine bikin û endamên wan “radestî dadgehan bikin da ku bêne cezakirin.”
ANHA / QAMIŞLO