Biryar e roja 17. 04. 2014’an di vê çalakiyê de hinek filmên Kurdî yên derhênerên Kurd wek Behmen Qubadî, Mûhsin, Semîra Mexmelbaf, Hûner Selîm û herwiha ji xeynî filmên Kurdî filmên dokumenterî û filmên kartonî yên zarokan werin pêşandan.
Di vê derbarê de Rêveberê Yaneya Qamişlo Selam Hesen ji (BasNews) ragehand ku armanca hefteya sînemaya Kurdî ew e çanda sînemaya Kurdî di nav civaka Kurdî de belav bibe, herwiha avakirina pirên pêwendiyan di navbera pêkhatêyên Qamişlo yê. Hêjayî gotinê ye Yaneya Qamişlo ya Sînemayî sala 2013’an bi alîkariya pisprên warê sînemayê hatiye damezrandin.
QAMIŞLO