Piştî ku komîteya amadekar a merasîma cenaze diyar kir ku wê merasîm saet di 12.00’an de li ber Mizgefta Qasimo çêbibe, di saetên serê sibehê de bi sedan kes li ber mizgeftê kom bûn. Saet derdora 12.00’an de hejmara girseyê ya li ber mizgeftê kom bû derket zêdetirî 10 hezar kesî. Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê piştî wecîbeyên olî ji aliyê hezaran kesî ve ji mizgeftê hatin derxsitin. Hersê cenaze ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve bi meşê ber bi Goristan Şehîd Delîl a li Taxa Meyselunê ve derxistin rê. Di meşa ku wêneyên şervanên YPG’ê û alê Kurdî hatin vekirin de, bênavber sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG” tên berzkirin.   

 
Ji hemû partiyên siyasî tevlîbûn

Ji merasîmên cenazeyan ên beriya niha li Qamişlo hatine lidarxistin cudatir, di vê merasîmê de beşdariya hema bêje hemû partiyên siyasî bal kişand. Di meşê de rêveber û endamên TEV-DEM, Partiya Demokrata Pêşver a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd, Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Suriyê (Yekîtî/El Wehdê), Partiya Yekîtiya Kurd (Yekîtî), Partiya Yekîtiya Kurdistanî, Partiya Demokrata Kurd li Suriyê (ya Nesreddîn Îbrahîm) Partiya Komunîst a Suriyê, Partiya Komunîst a Yekbûyî, Partiya Komunîst a Kurdistanî, tevger û kordînasyonên ciwanan, meclîsên gel, sazî û rêxistinên civakî jî cihê xwe girtin. 
Hersê cenaze ji aliyê zêdetirî 10 hezar kesî ve bi meşê ber bi Goristan Şehîd Delîl a li Taxa Meyselunê ve derxistin rê. Piştî meşa pêk hat cenaze hatin defin kirin.

QAMIŞLO