Tevgera Kevana Zêrîn a Bakurê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi çanda resen û hunera jinê em ê jiyaneke azad û civakeke wekhev bi afirînin” li bajarê Dêrikê pêşangeke hunera destan a jinan, pirtûk, wêne û xwarinê vekir.
Pêşangeh bi amadebûna endamên komên Kevana Zêrîn, koma Şehîd Sarya ya govendê ya herêma Botanê, Koma Nûjîn a mûzîkê ya girêdayî navenda Decle ya Çand û Hunerê hate vekirin. Komên beşdar xebatên xwe yên destan, tabloyên wêneyan, xwarinên gelêrî û her govendên û stranên herêmî pêşkeş kirin.
Keda jinê di şoreşê de
Axaftinan destpêkê ya vekirina pêşangehê ji aliyê endama Kongreya Star Gulîstan Osman ve hate kirin. Gulîstan pêşangeh xebatkarên pêşengehê pîroz kir û rola jinê di şoreşa Rojava di hemû aliyên jiyanê yên siyasî, civakî, leşkerî û hunerî de dest nîşan kir.
Piştre komên beşdar berhemên xwe pêşkeş kirin.
Roja yekê ya pêşengehê bi pêşkêşkirina sînevîzyoneke bi navê “Jina Azad” bi dawî bû.
Pêşangeh ji bo îro jî wê vekirî be.
ANHA/QAMIŞLO