
Şaredariya Qamişlo rojane zêdeyî 200 ton çop ji nava bajar berhev dike û dibe çopxaneyê.
Karkerên Şaredariya bajarê Qamişlo bi alavên xwe yên paqijkirinê di nava liv û tevgerê de ne û kolanên bajêr paqij dikin.
Xebatkarên paqijiyê li gorî koman li ser herêman hatine parvekirin û her komek ji paqijkirina tax an deverekê berpirsyar e. Xebatkarên paqijiyê rojane zêdeyî 200 ton çop ji nava bajar berhev dikin û dibin copxaneya mezin. Di dema werza mêwan de ev miqdar zêde dibe, xebatkarên paqijiyê dibêjin ku di werza havînê de ev rêje derdikeve heta 400 tonî di rojna de.
Hin kolanên bajêr wekî El-Wehdê, Kolana Serke, Qenat SIwês û kolana kornîş carna di rojê de zêdeyî 2 caran têne paqijkirin.
Ji bo nexweşî belav nebe, şaredarî li çopxneyê çopê dişewitîne.
QAMIŞLO