Li bajarê Qamişlo pêşangeheke wêneyan hat nîşandan. Ji Tebqa, Reqa û Amûdê 35 hunermend bi berhemên xwe tevli pêşangehê bûn. Bi desteka Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêr li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo pêşangeheke wêneyan û kardestiyan vekir. Her wiha bi beşdariya gelek hunermendên ji Tebqa, Reqa û navçeya Amûdê şanoyek li ser zilma desthildaran hate pêşkêşkirin. Endamê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê Bêkes Darî diyar kir ku ew ji beriya 3 mehan ve tabloyan  amade dikin û got: “Ji ber rewşa Koronayê, me pêşangeh heta çend mehan dereng xist. Hemû tablo û wêneyên hatine daliqandin ên xwendekarên bajarê Reqa, Tebqa û navçeya Amûdê ne.’’ Di dawiya pêşangehê de şanoyek li ser zilma desthildaran hate pêşkêşkirin. ANHA/QAMIŞLO