Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) de wiha hate gotin: ''Li hemberî êrîşên fikrî û fizîkî yên ku hêzên desthilatdar li ser jinê didin meşandin, li Rojhilata Navîn berxwedaneke bêhempa ya jina Kurd pêş dikeve. Serhildan û berxwedana jina Kurd bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê hemû rastiyên veşartî yên hêzên desthilatdar raxistin ber çavan. Bihar bi rengê jinê xwe di xemilîne û xwe nû dike. Destpêka Adarê qasî ku bihara jinê ye, xweza û jiyan jî xwe nû dikin. Em têkoşerên jin ên wekî Roza Luksemburg, Kilara Zetkîn, Leyla Qasim, Zilan, Sema, Şilan, Sakine Cansiz ku bi salan li hemberî hêzên desthilatdar li berxwe da û bi tirêjên xwe jiyana di taribûnê de ronî kirine û bi dehan jinên din yên qehreman bibîr tînin. Di heman demê de em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi fikir û ramanên xwe jiyan û jina Kurd gihande vê asta hişmendî û berxwedaniyê silav dikin. Her wiha em jinên ku di serhildanan de qadan bi rengan dixemilînin silav dikin û 8 Adarê li wan pîroz dikin. Ji ber vê yekê di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, em weke Hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên herêma Qamişlo gihiştin biryara xwe avakirin û xwedîderketina li nirxên jiyana azad.
Piştî perwerdeyke berfireh û tecrubeyên ji şerê li Rojavayê Kurdistanê diqewime hatine girtin ku, destkeftiyên bi rûmet derketine holê, li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên jin gihiştin asta rêxistineke bilind. Em jî weke hêza ku di nava gelek şerên pêk hatin de cihê xwe girtine amadene ku pêşengiya şoreşa Rojava Kurdistanê ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk bikin.''
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, li ser vî bingehî Tabûra Şehîd Adalet bi awayekî fermî avabûna xwe îlan kir. Di dawiya daxuyaniyê de Tabûra Şehîd Adalet soz da ku bi hemû hêza xwe nirx û azadiya gelên herêmê û hemû destkeftiyên gel yên aborî û manewî biparezin û bang li hemû jinên Rojavayê Kurdistanê yên Kurd, ereb, suryanî, asurî, ermenî û keldanî kir ku ji tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bibin û piştgiriyê bidin têkoşîna rewa.
ANHA/QAMIŞLO