Di merasîma destpêkirina mîhrîcanê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û cîgirên wê û nûnerên piraniya komên hunerî yên kantonê amade bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre birêz Hediye Yûsif axivî û wiha got: “Ji bo me amadebûna me di vê mîhrîcanê de cihê serbilindiyê ye. ev mîhrîcan gaveke pîroz e. Di dîroka me de zarok rastî gelek astengî û dijwariya jiyanê hatine û gelek siyasetên desthilatdar li ser zarokan hatine meşandin û ji bo çanda xwe ji bîr bikin û jê dûr bikevin gelek siyaset li dijî zarokan hatin meşandin û neçarî dûrxistina ji pêşerojeke azad hiştin.”

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Ehmed Çetel diyar kir ku armanca wan ji organîzekirina Yekemîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Kantona Cizîrê ew e ku ew zexta derûnî ya li ser zarokên kantonê sivik bikin  û ji aliyekî din ve jî afrîneriya zarokan pêş bixin.

Piştre koma Amûdê ya zarokan a mûzîkê hin mûzîkên xwe pêşkêş kirin. Piştre jî Koma zarokan a Mihemed Şêxo ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê şaxa bajarê Qamişlo ya şanoyê şanoyek bi navê “çîrokên me” pêşkêş kir.Di roja xwe ya duyemîn de didome û koma Aram Tîgran a şaxa Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Girkê Legê hin dîmenên xwe yên şano, stran û dîlana folklorî dê pêşkêş bike.  


 ANHA/QAMIŞLO