Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ji bo bîranîna hunermendê Kurd Malva di yekemîn salvegera wefata wî de doh li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya Qamişloyê pêşengheke wêneyan vekir.
Wêneyên Malva jî hebûn
Di vê pêşangehê de çend ji wêneyên hunermend Malva û resmên ku wênexêzan amade kiribûn, hatin pêşandan. Bi dehan rewşenbîr û nivîskar û wênesaz jî beşdarî pêşengeha Malva bûn.
Pirtûka ku li ser jiyana Omer Hemdî (Malva) û wêneyên wî ji aliyê Hena Dawûd û Erfan Hemdî ve hatiye çapkirin û ji aliyê malbatê ve hatiye îmzekirin li pêşangehê hate pêşkêş kirin.
Derfetên wî tunebûn
Rêveberiya Nivîsgeha Desteya Çandê Bêkes Darî bi xêrhatina hemû kesên ku beşdarî pêşangehî bûn kir. Li ser navê malbata Malva birayê wî yê wênesaz Erfan Hemdî axivî û got ”Birayê min Malva gelek zehmetî dît heta ku ev wêne çêkirin. Hem zehmetiyên nexweşiyê û hem jî pirsgirêkên aborî jiyan dikir. Derfetên wî tunebûn ku li Rojava wêneyên xwe pêşkêş bike, ji ber nexweşiyê çûye Awûsturyayê û li wir çêkiriye.”
Hevseroka Yekîtiya Nivîskaran a bajarê Hesekê Hena Dawûd jî anî ziman ku wênesazê Kurd Malva li ser asta cîhanê bû û ev pêşangeh ji bo bîranîna wî hatiye vekirin, he wiha wan li ser jiyana Malva jî pirtûka bi navê Malva nivîsandiye û çap kiriye.
Omer Hemdî (Malva) kî ye?
Omer Hemdî di sala 1951an de li gundê Til Nayif a ser bi parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bû û ji destpêka zarokatiyê ve ji nîgarkêşiyê hez kir.
Piştî xwendina nîgarkêşiyê di sala 1970´an de wek mamostayê huner li Sûriyeyê kar dike. Zêdetirî 7 salan, di salên navbera 1971 heya 1978´an de li bajarê Şam a paytextê Sûriyeyê karê grafîk û nîgarkêşiyê ji rojnameyên Sûriyeyê re kiriye.
Sala 1978´an ji Sûriyeyê diçe Lubnanê û ji wir jî ew û hevjîna wî diçin Awûsturyayê û li wî welatî bi cîh dibin.
Malva, ku navê gulekê wek îmzaya xwe li ser karên xwe yên hunerî û tabloyên xwe hildibijêre, piştî ku li cîhanê navdar dibe û bazareke baş ji berhemên wî re çê dibe, careke din bi nave xwe yê rast îmzayê li ser tabloyên xwe dike.
QAMIŞLO