Şaredariya Qelqelî, projeya xwe ya Mala Çandê ya Jinan bi cih tîne. Di Mala Çandê ya Jinan de wê xizmetên cur bi cur ji bo jinan bên kirin.
Şaredariya Navçeya Wanê Qelqeliyê wê li Taxa Cumhuriyetê vê veke. Di mala çandê ya jinan de cihê bêhnvedanê, pirtûkxane, odeya xwendinê û cihê dengbêjiyê wê hebin. Wekî din atolye, kurs û xebatên çandê ji bo jinan wê bên organîzekirin. Mala Çandê wê van hefteyên li pêş me deriyê xwe li jinan veke.
Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî, li ser projeyê got, “Bi vê projeya xwe em dixwazin jin hepsî malê nebin, beşdarî xebatên civakî û çandî bibin. Ji bo vê me biryar da ku di mala çandê de kurs, pirtûkxane, cihên şano û temaşekirina filman hebin. Ji bo xwendekarên jin jî me cih amade kiriye.”
Ji xebatkarên Miduriyeta Polîtîkayên Jinan, Neslîhan Şedal jî got, wan di çarçoveya daxwazên jinan de biryar da ku Mala Çandê ya Jinan ava bikin û ew ê di nava vê mehê, malê li xizmetê vekin.
MA/WAN