Argeş Zagros bi nasnav Karwan Elaf, ji bajarê Mihabadê ye. Ji ber zextên dewleta Îranê bi  malbata xwe re penaberî Başûrê Kurdistanê dibe û li binarê Qendîl bicih dibin. Argeş sala 2000’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Bi pêşniyariya xwe diçe Şengalê û li wir birîndar dibe. Piştî zêdebûna êrîşên li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li Kobanê derbasî Rojava dibe û li wir di eniya şerê li dijî DAIŞ’ê de cih digire. Di şerek li navçeya Sirîn a Kobanê li gel 3 hevalên xwe şehîd dibe.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Argeş Zagros pêr ji deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin. Karwanê cenazeyê şehîd di nav bajarên Ranya û Sengeserê ve derbas bû. Xelkên bajêr pêşwaziya cenazeyê şehîd kirin û dirûşmeyên’Şehîd Namirin’ avêtin. Karwanê otomobîlan bi dirûşme û tilîliyan ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Karwanê cenaze seat 16:00’an gihişte binarê Qendîlê û ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. 

Cenazeyê şehîd ber bi goristana Mihemed Karasungur ve hat birêkirin û li wir bi merasimek hat veşartin. Di merasimê de malbata şehîd Argeş jî amade bûn.

Bavê şehîd Argeş, Rênas li vir axaftinek kir û got: “Şehîd Argeş ne tenê şehîdê mine, şehîdê gele. Ez bi kurê xwe serbilindim.” 

Dayika şehîd Argeş, Kubra jî hewl dida li ser piyan raweste û got: “Kurê min ji Mihabadê hat Qendîl ji û tevlî gerîla bû. Li Şengalê birîndar bû û li Kobanê jî şehîd bû. Rêya wî rêyek pîroz e û emê bişopînin.”Merasim bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.    


 ROJNEWS/QENDÎL