Di 4’ê adarê de, li devera Dola Kokê ya li Qendîla ser bi Herêman Parastinê yên Medyayê (HPM) di encama ketina aşûtê de 8 gerîlayên jin jiyana xwe ji det dabûn: Zeynep Ulaş bi nasnavê Amed Serdoz, Bêrîtan Şafak (Hulya Gok), Doza Welat (Rozerîn Bilici), Meysa Sipîndar (Someyi Sofizade), Nûda Dilara (Sumeye Polat), Rengîn Şinda (Şehdiya Zeyrik), Rûken Çayan (Nûran Bellier), Zemyan Gilidax (Fatma Çete).
Di 5’ê adarê de jî gerîla Sabrî Açikça yê bi nasnavê Ferhat Koçer, ji ber nexweşiyekê û şert û mercên dijwar ên zivistanê jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji bo her 9 gerîlayan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) merasimek leşkerî hate lidarxistin. Di merasima di bin barîna berfê de pêk hat de Endama Konseya Rêvebera KCK’ê Sulbus Perî, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Bêrîtan Dêrsim, endama Koordînasyona KJB’ê Kawenda Herekol, Endamê Fermandeya Konseya HPG’ê Fazil Boran û fermandarên HPG’ê amade bûn.
Ji bo cenazeyên gerîlayan ên anîn Goristana Şehîd Mehmet Karasûnûr merasimeke leşkerî hate kirin. Piştî merasimê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî axivî û got; “Ev heval ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd hatin çiyayan û têkoşiyan. Ji ber 8 hevalên me yên di encama ketina aşûtê de jiyana xwe ji dest dan Rûken, Meysa,Rengîn, Doza, Nûda, Bêrîtan, Dicle, Amed û fermandar Ferhat em pir xemgînin. Em sersaxî ji malbatên hevalên me yên şehîd bûne û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”
Xizmên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan jî amade bûn û di merasimê de axivîn. Mele Refîq di merasimê de ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dan dûa kir. 
Piştî axaftinan gerîlayan dirûşimên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” qêriyan. Piştî merasimê wecîbeyên olî hatin bicihanîn û cenazeyên her 9 gerîlayan spartin axê.

ANF/BEHDÎNAN




Di qezayê de jiyana xwe ji dest da

Di encama qezaya li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin çavdêriya gerîlayan de rû da de gerîlayê bi navê Zekî Suleymanoglû (Cigerxwîn) jiyana xwe ji dest da. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyekê de got; “Di 28’ê sibatê de, di qezayek li Herêmên Parastinê yên Medyayê rû da de, gerîlayê bi navê Cigerxwîn-Zekî Suleymanoglû gehiştiye şehadetê.” Hate diyarkirin ku Suleymanoglû di sala 1967 li Amedê ji dayîk bûye û di sala 1994’ê de tevlî nava refên gerîlayên PKK’ê bûye.