Di mihrîcanê de pankarên ku tecrîda li ser Ocalan û komploya 15’ê Sibatê protesto dikin hatin hilgirtin û wêneyên zarokên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bi dîwarên salonê ve hatin daliqandin.
Mihrîcan bi beşdariya zarok û mamostayên gundên Dilmen, Wesanê, Rezokê, Mewnan, Çomsek û Sernelê pêk hat û wêneyên li dijî şer ên ji aliyê zarokan ve hatine çêkirin, hatin pêşandan. Wêneyên herî bal kişandin, ên malbata ku li Kortekê di bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn bûn.
Piştî helbest, lîstok, stran û şanoyên zarokan, zarokên ku di pêşbaziya wêneyan de bûn yekemîn, hatin xelatkirin. Gundê Dilman bû yekemîn, Wesané bû duwemîn, Rezokê jî bû siyemîn . Mewnan bû çaremîn, Kalatê bû pêncemî, Çomsek bû şeşemîn û Sernelé jî bû heftemîn. Piştî xelatan mihrîcan bi dawî bû.
ANF/QENDÎL