
Jibo pîrozbahiya newroza Qendîl ji her çar parçeyên Kurdistanê û piraniya navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê herwisa ji tevahiya gundên Binareya Qendîlê gel di demjimêrên şevê de bi wesayitên xwe ketin ser rêya Qendîlê. Di demjimêrên şeveqê de beşek ji gel gihişt qada newrozê û ji ber dûrbûna riyê gelek wesayit jî di demjimêr 10:00'an de karîn bigehin qada pîrozbahiya newrozê.
Piştî gel hemû gihişt cihê qada Newrozê şahiya Newrozê bi pêxistina agirê newrozê û sîroda netewî 'Ey Reqîp' ya ji aliyê Koma Zarokan a Şehîd Solîn ve hate gotin destpêkir. Di pîrozbahiyê de hûnermend Zozan, Kawa, Melek Rojhat, Necmeddîn Xulamî, Bengî Agirî, Cercîs Çomanî, Qere, Koma Şehîd Karwan Gabar, Koma Zarokan ya Şehîd Solîn, Koma Şanoyê ya Raperîn derketin ser dike. Di pîrozbahiyê de peyama Koma Civakên Kurdistanê, Koma Jinên Bilind, Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û gelek partiyên siyasî û rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê hate xwendin.
Herwiha heyetek ji Norveç jî beşdarî newroza li Qendîl bû û piştgiriya xwe jibo pêvajoya hevdîtinan û çareseriya pirsgirêka Kurd anîn ziman. Sloganên bi Kurdî yên 'Bijî Serok Apo' 'Azadî Abdullah Ocalan' ji aliyên her sê welatiyên Norveçê ve hatin avêtin û bala gel kêşandin ser xwe û gel jî wana bi germahî pêşwazî kir û çepik jêre lêxistin. Di dema pêşkeşkirina stran û peyaman de bi deh hezaran kesî bi yek dengî Slogana 'Ji Ocalan Azadî ji Kurdistanê re Statû' dihatin avêtin.
Ewlekariya pirozbahiya newroza Qendîlê ji aliyê gerillayan ve hate girtin û hemû beşdarvanên şahiya newroza Qendîlê bi cil û bergên Kurdî reng dan newrozê. Bernameya pîrozbahiyê bi bi girtina govendê û stran gotinê bi dawî bû.
DÎHA/HEWLÊR