
Jinên vî gundî eleqeyeke mezin nîşan da û dewreyên din yên weke fêrbûna zimanê latînî, dersên tendurustî û kompîturê nîşan didin û hemû jinên ku beşdar bûne jî ji ber vê eleqeyê bi awayekî serkeftî ji dewreyê mezun bûn. Ev dewre bi qasî mehek û 15 rojan berdewam dike û jinên ku di vê demê tiştên ku ji memosteya xwe fêr bibûn bi berhemên gelek xweşik dewreya xwe bi dawî anîn. Di vê dewreyê de tiştê ku bal dikişand hemû jinên ku tevli vê dewrê bûnê weke berhemên xwe yên yekem cil û bergên Kurdî diruti bûn. Memosteya durunê Nejbîr Dibêsiyê ve hate kirin.
Nejbîr wiha got: “ Di nava civakê de her çiqas ku jin bû xwedî kar û cih ewqas jî baweriya jinê bi kesayeta wê çêdibe û dikare xwedî li civakê dekeve û xizmeta civakê bike. Em her tim amedene ku alîkariyê bidin hemû jinên ku dixwazin xwe perwerde bibînin û di nava civakê de bi rekên hîn çalaktir rabin. Ji ber dema ku jin hemû karên xwe bi xwe pêk bînin wê demê pêdiviya wan namîne ku di qadên jiyanê de girêdayî mêr bibin, ji ber wê demê jin dikarin aboriya xwe bi dest bixin.”
ANF/QENDÎL