Li Qendîlê ji aliyê gerîlayan ve li Navenda Perwerdeya Kurdî ya Ehmedê Xanî her sal bi sedan xwendekar tê perwerdekirin.

Navenda Perwerdeya Ehmedî Xanî ku girêdayî Saziya Ziman e, ji 2005’an heta niha 20’î zêdetir kurs daye û xebatên wekî kursê zimanê Kurdî, kursê wergerî û ji bo dibistanan pirtûk tên amadekirin têne meşandin. 

 Dewreya niha ya duyem e. 3 polên wê hene û 43 xwendekarên wê hene. Ji welatên cuda 10 xwendekarên wê yên biyanî hene. 


Xwendekarên jin zêde ne

Li Navende piraniya xwendekaran jin in. Dîsa di vê dewreyê de xwendekarên biyanî hene û hemû jî bi Kurdî diaxivin. Rêveberên dibistanê diyar dikin ku kesên qet bi Kurdî nizanin jî di nava du mehan de ferî Kurdî dibin. 

Li navendê ji 19 salî bigire heta 67 salî xwendekar hene. Rêveberê navendê Ronahî Eren got, navend  beriya bi 10 salan hatiye avakirin û wiha peyivî: “Ev bi salan e ku li ser gelê Kurd asîmîlasyon tê ferzkirin. Di civaka me de ziman zêdetir bi axaftinê tê bikaranîn. Gelek kes nexwende ne. Ji ber ku hestên gerîlayan bi Kurdî xweşiktir tê îfadekirin. Dema roman, helbest, çîrok bi Kurdî bên nivîsin, wateya wan zêdetir dibe.”

Eren got, li hemberî zimanê Kurdî eleqeyeke mezin heye û wiha dewam kir: “Ji bo gerîlayan eleqeyeke mezin heye. Ligel vê ji neteweyên cuda ciwan dixwazin gerîla û Kurdan nas bikin. Ji ber vê tên dibistanê, dixwazin Kurdî hîn bibin. 


'Emê kursên Soranî û Zazakî vekin'

Ronahî Eren got, berê ji ber kêmbûna pirtûk û metaryalên Kurdî gelek zahmetî hebûn û gotinên xwe weha dewam kir: "Lê niha em rehet in. Tevî vê jî herçî zarava ne,  pirgirêkan rûda. Zêdebûna weşanên bi Kurdî pirsgirêkan kêm dike. Di demên pêş de em ê dewreyên Soranî û Zazakî bidin destpêkirin.  Armanca me jî ev e ku em pirgsirêkên ragihandinê ji holê rakin.”


'Ez li vê navendê mezûn bûm'

Adar Gever a ku ev du meh in li navendê mamostetiyê dike ji wiha peyivî: “Ez li vê navendê mezûn bûm. Niha mamostetiyê dikim. Ev hesteke cuda ye. Li vir bi tenê Kurd tinene. Ji Brezîlya, Arjantîn, Elmanya û Îtalyayê xwendekarên me hene.  Em li vir gramera Kurdî fêrî wan dikin. Ev heval xweş bi Kurdî diaxivin.”


'Ji bo ziman fêr bibim hatim vir'

Xwendekar Cûdî Dêrik ku ji Rojava ye wiha axivî: “Ez ji bo ku fêrî zimanê xwe bibim hatim vir. Armanca min ev bû ku piştî ez zimanê xwe hîn bibim, nîşanî derdora xwe jî bidim.”

Têkoşer jî hîna 18 salî ye. Ew jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Têkoşer diyar dike ku armanca wî fêrbûna çand û zimanê xwe ye û wiha pê de çû: “Lewma ziman azadî ye, çand e û hebûn e. Her kes bi çand û zimanê xwe heye. Ger ev tinebûna wê mirov jî tinebûna.” 


ALÎ GULER/ANF/BEHDÎNAN