
Roja çarşemê piştî civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirk (MGK) balafirên şer ên artêşa Tirk li gundê Roboskî yê Qilabanê bombebaran kirin. Herî kêm 35 kes hatin kuştin. Piştî komkujiyê tenê termên parçebûyî û şewitî li wê derê man. Li gorî agahiyên tenê sê ciwan jê felitîne.
Tevkujiyeke plankirî bû
Bi salane ku kesên hatine qetilkirin, di bin çavdêriya rayedarên artêşa Tirk de vî karî dikin û debara wana li ser vê yekê ye. Gelek ji wana malbata xwe vî karî dikirin. Gelek ji wana zarok bûn û ji bo dibistanên xwe pere kom dikirin.
Beriya her kesê ANF, DÎHA û Roj TV nûçeyê ragihand. Ji derengiya şevê çapemeniya Kurdan dest bi nûçeyên der barê bûyerê de weşand. Lê çapemeniya Tirk bê deng ma. Ev bêdengî heta sibê jî berdewam kir. Çapemeniya Tirk a ku xwe weke “çapemeniya azad” bi nav dike, ji bo weşandina vê nûçeyê li benda rayedarên AKP’ê bûn. Walîtiya Şirnexê herî dawî daxuyanî da û karîn çend peyvan binivîsinin.
Zarok jî hene
Navên 36 kesên di bombebarana balafirên şer ên Tirk a li gundê Roboksi ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan zelal bûn. Tê gotin di nav kesên jiyana xwe ji dest dan cerdevan û zarokên cerdevanan jî hene.
Hejmara kesên di encama bombebarankirina balafirên şer ên Tirk ên li gundê Roboksî ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan derket 35 kesan. Navên kesên di bombe baranê de jiyana xwe ji dest dan û piranîna wan zarok in zelal bûn. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dan cerdevan û zarokên cerdevanan jî hene. Temenê kesên jiyana xwe ji dest dan piranî 15 û 20 salî ne.
Artêş mikûr hat
Artêşa Tirk der barê komkujiya li gundê Roboskiya navça Qilabana Şirnexê de daxuyanî da û got; “Dîmen ji aliyê balefirên bê mirov ve hatiye girtin. Ew herêm ji aliyê PKK’ê ve tê bikaranîn. Lewma lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.” Di daxuyaniyêd e hate gotin ku 35 kes mirine û keseke birîndar bûye.
Lê belê DÎHA’yê navê 35 kesan aşkere kir. Dîmen û wêneyên komkujiyê ji aliyê çapemeniya Kurdan ve bi raya giştî re hate parvekirin. Çapemeniya cîhanê nûçeyê ji çapemeniya Kurdan bihîst.
HPG: Tevkujiyeke bi pîlan e
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal têkildarî tevkujiya li herêma Roboskî bi daxuyaniyekê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk derew derxist. Erdal destnîşan kir ku 30 kîlometre nêzî herêmê jî kamp û hebûnên gerîlayan tune ne û tu plansaziya wan li herêmê ji bo çalakiyan jî tune bûye. Erdal destnîşan kir ku li herêma bûyerê ku rojane bi bi sedan mirov diçin û tên ne mumkun e hêzên xwe bicîh bikin. Erdal destnîşan kir ku rayedarên dewletê ji bazirganiya li ser sînor haydar in û bûyera ku pêk hatiye jî tiştekî tedasadûfî nîne. Erdal ragihand ku li herêmê di saetê êvarê de hêzên dewletê kişîfkirine û rojane mirovên sivîl ê bêçek li herêmê çûyin û hatina xwe didomînin. Lewra bûyera pêk hatî nikare mîna qeza an şaşiyekê were binavkirin, bûyer tevkujiyeke bi zanebûn û plan e. Dr. Bahoz Erdal têkildarî mijarê wiha axifî: “Beriya bûyerê gundî ji aliyê leşkeran ve hatine komkirin. Her wiha heger birîndar negihiştiba bûyer dê veşartî bihata hiştin. Bi vê yekê diyar bû ku pakêta rêlêvekirinê ya AKP’ê ku Beşîr Atalay aşkere kir çî ye. Mafê ku Bulent Arinç qal dikirin jî diyar bû ku tevkujî ye.”
‘Li dij Botanê êrîşa tolhildanê ye’
Dr. Bahoz Erdal destnîşan kir ku tevkujî êrîşeke tohlihdanê ya dewletê li dij gelê Botanê ye û ev peyam da: “Ev êrîşeke li dij gelê me yê welatparêz e. Li hember helwesta welatparêzî ya herêmê li dij dewleta mêtînger êrîşeke tolhildêrî ye. Li herêmê çekdanîna cerdevanan jî bi vî rengî hate bersivandin. Di serî de gelê me yê Colemêrg û Şirnexê divê gelê Kurd bi devahî li dij vê tevkujiya pêk hatî serî hilde û hesab bipirse.”
BDP’ê 3 roj şîn îlan kir
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, piştî komkujiya gundê Roboskiyê diyar kir ku ji bo ew vê komkujiyê şermezar bikin 3 rojan şînê îlan dikin. 4 balafirên şer ên F-16 nîvê şevê gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê bombebaran kirin. Di bomberana balafirên şer de 35 welatiyên ku temenê wan di nava 17 û 20 salan de jiyana xwe ji dest dan. Gelek cenaze jî hêj nehatine dîtin. Hevserokê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş, têkildarî komkujiya li Qilabanê de diyar kir ku BDP’ê ji bo vê komkujiyê şermezar bikin û êşa malbatan parve bikin 3 rojan şînê îlan dikin.
Navên 36 kesên diyar bû
Seyît Encu, Ozcan Uysal, M. Alî Tosun, Yuksel Urek, Salîh Urek, Nadîr Alma, Mehmet Encu, Nevzat Encu, Hamza Encu, Şervan Enmcu, Cemal Encu, Osman Encu, Şivan Encu, Bîlal Encu, Mahsum Encu, Salîh Encu, Hakî Encu, Serhat Encu, Adem And, Savaş Encu, Çetîn Encu, Selahattîn Encu, Bedran Encu, Huseyîn Encu, Aslan Encu, Cevat Encu, Erkan Encu, Selman Encu, Zeydîn Encu, Orhan Encu, Fadil Encu, Vedat Encu, Cîhan Encu, Fîkret Encu, Husnu Encu û Erkan Encu. n ŞIRNEX
Rêbaz tevkujî ye
Piştî ku balefirên artêşa Tirk ên F-16 gundê Roboskiya navça Qilabana Şirnexê bombebaran kir û li gorî agahiyên destpêkê 35 kesî jiyana xwe jdiest da rayedar û çapemeniya Tirk bêdeng ma. Komkujiya pêk hatî jî berê herkesî dîsa vegerand ser komkujiyên ji sala 1987’an û heta niha. Komkujiyên li gundê Rezîkarabo, Girêçolya, Gever, Besûkê, Ranya Peyanis û Roboskiyê tenê çend ji vanan ne. Helwesta çapemeniya Tirk a li hemberî bombebarana balefirên şer ên F-16’yê li gundê Roboskiya navça Qilabana Şirnexê pêk hatî û ji 35 kesan zêdetir kes hatin qetilkirin careke din hate rojevê. Çapemeniya ku komkujiyên ji salên 1990’an heta niha pêk hatine bi rengeke cuda teyisandî raya giştî, îro jî piştî 9 saetan û piştî gelek nûçeyên ajansa me DÎHA’yê bi dîmen û wêne derbas kirin nûçe wekî nûçeyeke ji rêzê ye dît. Di nûçeya ku wekî; ‘li ser sînorê Iraqê operasyona hewayî û 20 kuştî’ hatî weşandin mejî tevlîhevkirin. Di 24’ê Adara 1994’an de jî li gundên Rezikarabo û Girêçolyayê jî gund hatibûn bombabarandin û 38 gundiyan jiyana xwe jidest dabûn.
Çend bûyerên ku çapemeniyê di demên borî de berovajî kirine:
Komkujiya Girêçolyayê
Di 20’ê Hezîrana 1987’an de li gundê Girêçolyaya navça Mahserta Mêrdinê 16 jê zarok, 30 gundî hatibûn qetilkirin. Kesên ku bi cilên qomando û çekdar hatin gundê cerdevanan bi çekên giran gundî gullebaran kirin. Çapemeniya demê ya Tirk jî nûçe wekî; ‘PKK’ê bi ser gund de girt’ teyisand raya giştî. Ev bûyer wekî; şîrmijê di paxila dayîka xwe de hat qetilkirin di hiş û mejiyê mirovan de ma. Li ser wêneyan jî bi nivîsên; ‘kujerên şîrmijan’ komkujî berovajî kirin û 24 salan wekî; amûra şerê taybet hat bikar anîn. Her çi qasî ev bûyer ji aliyê rojnamevanên li herêmê dixebitîn û parêzvanên mafên mirovan hatibe lêkolîn kirin û encamên rastîn derkebin holê jî; mixabin bûyer ji nedîtî ve hat. Maye ku di mijara şêwaza komkujiyê de Rojnameya Hurriyetê her çi qasî manşetên wekî; ‘êdî bes e!’, ‘Ji parlementoya Ewropayê Piştgirî’, ‘Ji Apo ferman... û 30 mirî’ hatibûn avêtin jî rojnameyê bixwe jî nekaribû bide bawerkirin ku bûyer ji aliyê PKK’ê ve pêk hatiye. Lewma rojnameya di 23’yê Hezîranê derketî de manşeta wekî; ‘12 Pirsên bi komkujiya Girêçolyayê li benda bersivê ne hene. 24 sal ji ser komkujiyê re derbas bûn lê ew 12 pirs hêj nehatine bersivandin. Lê piştî 23 salan endamê tevgera taybet Ayhan Çarkin lixwe mikur hat ku ew bûyer ji aliyê dewletê ve pêk hatiye.
Bûyera gundê Gevera Silopiyê
Di 16-17 îlona 1989’an de bûyer pêk hat. Bûyer bi sernivîsa; ‘Bûyerên Silopiyê’ hat serwîskirin û di daxuyaniyên fermî de jî wekî pevçûna di navbera PKK’î û leşkeran de hat teyisandin. Di nûçeyê de hat gotin; ku di encama pevçûnê de 9 PKK’î hatin kuştin. Lê di encama lêkolîna şaxa komeleya mafên mirovan a Amedê de jî derket holê ku ji 9 kesan 6 kes tevlî tu bûyeran nebûne, di encama serdegirtinên malan de 6 kes hatine binçavkirin û sivîl in. Di şeva ku bûyer pêk hatî de gundiyên ku li dora saet; 01:00’an de dengê çekan dibihîzin dernakevin derve. Gundî piştî saet 05:00’an derdikevin derve. Astengdarê ji mileke xwe Cemal Beyan jî kurê xwe dibedibistanê. Tevî Beyan 4-5 ciwanên din jî ketine ser riya dibistanê. Di rê de ji aliyê tîmên taybet ve tên rawestandin û ciwanên bi navê; Fevzi Beyan, Abbas Çaglar, Mûnîr Aydin, Reşît Eren, Sadik Beyan û Uzeyîr Erzak li wê derê tên binçavkirin. Cemal Beyan û keseke din jî digirin gel xwe û ji wan dixwazin ku bi wan re biçin herêma pevçûnê. Di saetên êvarê de jî nûçeyên wekî; 9 PKK’î hatin kuştin tê serwîskirin. Muxtarê gund jî dibîne ku 6’ên wan hem gundî û hem jî xizmên wî ne.
Komkujiya Besûke
Di sala 24’ê Adara 1994’an de li gundên Girêçolya û Besukêya Şirnexê di encama bombebaranê de 38 gundiyan jiyana xwe jidest dan. Dozgerê komarê yê Şirnexê îdîa kir ku bombebaran ji aliyê PKK’ê ve pêk hatiye û lêpirsîn da destpêkirin. Parêzerên gundiyan Tahîr Elçî jî daxwaznameya ku ji hemû aliyên bûyerê û gotinên şahidan pêk tê pêşkêşî dozgeriyê kir. Serdozgeriya komarê ya Amedê jî daxwaznameya Elçî ya 4’ê cotmeha 2004’an pêşkêş kirî nirxand û biryara neşopandinê da, her wiha dosya ji serdozgeriya komarê ya Şrinexê re rêkir. Piştî ku sedozgeriya komarê ya Şirnexê jî heman biryar da dosya derbasî dozgeriya leşkerî ya 2’yemîn fermandariya hêzên hewayî bû. Piştî ku fermandariya hewayî jî heman biryar da vê carê dosya derbasî dadgehê kirin. Parêzer Tahîr Elçî jî li ser vê yekê li dadgeha leşkerî ya 7’emîn fermandariya jendermeyan dijî biryarê derket. 2’yemîn fermandariya hêzên hewayî îdîa kir ku di qada leşkerî de ev pêkanîn çênebûye, di vê mijarê de tu delîl nîn in. Li ser vê yekê dosya derbasî rojeva dadgeha mafên mirovan a ewropayê bû.
Komkujiya Peyanisê
Di minûbusa ajokariya wê Erol Aydin dikir û ji gundê Peyanisê ber bi Colemêrgê ve diçû a bi pîlaqaya 65 EN 341 di 16’yê îlona 2010’an de rastî êrîşa bombeyî hat. Di êrîşa ku bombe bi qumandayê hat teqandin de 9 welatiyan jiyana xwe jidest da û 4 kes jî birîndar bibûn. Li cihê bûyerê gelek amûrên aydî artêşa Tirk heyî hatin dîtin. Jenderme xwest amûrên leşkerî desteser bike lê li ser berxwedana gundiyan amûr wekî heyî li raya giştî teyîsî bûn.
Di êrîşa balefirên artêşa Tirk de Solîna 3 salî hat kuştin
Di 17’yê tebaxa 2011’an de balefirên artêşa Tirk li herêma Karoxa navça Ranyaya Silêmaniyê êrîşa hewayî pêk anîn û di êrîşê de Solîna 3 salî jî di nav de bedenên 7 kesan parçe parçe bû. Lê çapemeniya Tirk dîsa bûyer berovajî kir û îdîa kir ku ew gundî bi mehan berê hatibûn kuştin.
NEVÎN ERDEMÎR - DÎHA/ENQERE