KCK: Niha dewleta Tirk li ber çavê cihanê bi guherandina avaniya demografîk sûcê qirrkirinê dike. Em bawer dikin ku têkoşîna rizgariyê ya Efrînê bi teqezî wê bi ser keve.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera yekê ya dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê diyar kir ku ji bo ku Efrîn ji dagirkeriyê were xilaskirin, ew ê berpirsyariya xwe bi cih bînin û got, “Dewleta Tirk bi êrişa li dijî Efrînê re, xwest pergala demokratîk a bi azadîxwaziya jinê, bi pêş diket, tine bike. Li dijî vê tevgera dagirker a bi armanca qirrkirinê, gelê Efrînê bi rengekî fedaî li ber xwe da. 300 jê jin, zarok, extiyar, 1000 şehîdên wî çêbûn.”

Hevkarên vî sûcî ne

Di dewama daxuyaniyê de KCK´ê got, “Dema ku dewleta bi Tirk bi balafir, tang û topan jin, zarok, extiyar qetil dikirin, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewrûpa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsya li vê komkujiyê, dagirkirinê û qirrkirinê temaşe kir. Bi helwêsta xwe, rê li vê dagirkirinê vekirin û ew teşwîq kirin. Rûsya bi vekirina meydana hewayî re, li herî pêş, bûye hevkarê vî sûcê qirrkirinê. Ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, bi sed hezaran Efrînî neçar man ji warên xwe koç bikin. Li gundan, navçeyan û li navenda Efrînê çete û malbatên bi Tirkiyeyê re têkildar, bi cih kirin.

Qirrkirin birin serî

Kurdên ku xwestine li Efrînê bimînin jî bi zext û zordariyê direvînin. Niha dewleta Tirk li ber çavê cihanê bi guherandina avaniya demografîk sûcê qirrkirinê dike. Li Efrînê ku 95 ji 100’ê wê Kurd e, niha tenê 15-20 ji 100‘î Kurd mane.”

Li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin

KCK´ê di dawî de got, “Di salvegera yekê ya êrişa li dijî Efrînê de em berxwedana mezin silav dikin, şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin, careke din diyar dikin ku di têkoşîna rizgarkirina Efrînê de berpirsyariya ku dikeve ser milê me, em ê bi cih bînin; bawer dikin ku têkoşîna rizgariyê ya Efrînê bi teqezî wê bi ser keve û li ser vê bingehê, em banga xurtkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê dikin.”

 

ANF/BEHDÎNAN