Li Qoserê lîstika şanoyê ji bo HDP´ê
5 ciwanên Qoserî ku navê “Dengê Ciwanan” li xwe kirin, li navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de lîstikeke şanoyê pêşan dan.
“Dengê Ciwanan” di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ku li Qada Azadiyê ya Qoserê ye lîstika şano ya bi navê “Deng û Hecî” pêşan dan. Lîstika ciwanan ku fêza xwe ji xweza û xebatên hilbijartinê digire, rastî elaqeyeke mezin hat. Ciwanên ku derketin ser dikê, piştî lîstikê xwestin her kes biçe ser sindoqan û li dengê xwe xwedî derkeve. Lîstik bi dirûşmeya “Em li vir in, Em dikarin” û bi çepikan hat pêşwazîkirin. MA/MÊRDÎN