
Bi dehan welatiyên Kurd ên li paytexta Qubrisê Nicosia jiyan dikin li dijî biryara Eutilsatê ya girtina sê kenalên kurdî meşek lidar xistin. Çalakî li ser banga Melcîsa Kurd û Rêxistina PYD’ê ya Qubrisê pêk hat. Meşvanan ji Eutilsatê daxwaz kirin ku ji biryara xwe veger û dengê weşanê Ronahî TV, Stêrk TV û News Caneel asteng neke. Meşvanan Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên PYD, YPJ û YPJ rakiribûn, her wiha pankartên bi nivîsên li dijî biryara Eutilsatê vekiribûn.
Di dawiya meşê de Endamê Komîteya Têkiliyan a PYD’ê yasîn terbûş, Reşîd Mustefa dosyak li dijî biryar şirketa Firansî ya girtina weşana sê kenal ji sefîrê Firansa re pêşkêş kir.
NICOSIA