Piştî qezeya Kelar, li bajarokên Çiwarqûrne û Hacîava yên Ranya jî bi pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, ciwan li dijî komploya 15’ê Sibatê ya ku di sala 1999’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî, pirtûkên Ocalan ên cûr bi cûr bilav dikin. Gel jî eleqeyek mezin nîşanî pirtûkan didin.
Derbarê belavkirina pirtûkên Ocalan de endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Yusuf Abdullah got: “Armaca me li danîna dezgehên pirtûkên Abdullah Ocalan ew e ku, bi nêzîkbûna 17’emîn salvegera komploya nevnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel agahdar bikin û fikir û ramanên wî li millet belav bikine. Her wiha çalakiyê me bersivdayîneke ji bo komplogeran re ye. Bi nêzîkbûna salvegara komploya 15’ê Sibatê re, weke Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê me li seranserî bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê dest bi bilavkirina pirtûkên Rêber Apo kiriye. Ji bo ku gelê Kurd ji fikir û ramanên Ocalan agahdar be.”