Li vî gundî jin jî diçin hinaran diçînin, wan diqelişînin û jê sirkê çêdikin. Yek ji jinên gundê Kewbên a bi navê Binar Xidir behsa çêkirina sirka hinaran kir; “Pêş hemû tiştek, em wan hinarên gihiştîn û qelişîne diçinîn, jinên gund bi şêweyekî paletî her roj bi hevre diçin alikariya malekê dikin û hinarên wan diqelişîn in.” Xidir wiha jî got; “Piştî em hinaran di qelişînin, dendikên wan jê dikin û dikelînin. Em dindikan ji hemû qelpûşkên hinaran paqij dikin, piştre jî çend seatan li ser agir dadinin, piştî kelîn em dadinin xarê û dicemidînin, piştre jî dibe sirke.”
Li aliyek din komek ji jinên gundê Kewbên doşek û lihêvan ji hirya pez çêdikin. Her wiha gelek tiştên din weke balîf, kepen, doşek, Kej û qeyase ji hirya pez çêdikin.
MIHEMED HESEN/ROJNEW/RANYA