Axaftina verkirina konferansê ji hêla endamê komîteya amadekar a Kongreya Hemwelatiyên Azad Serdar Star ve hat kirin. Star, diyar kir ku ew dê di demê pêş de li hinek heremê din jî konferansa li dar bixin û wiha got: “Me wek komîteya Kongraya Hemwelatê Azad demeke dest bi konferansê herêma kiriye hinek ji van konferansa hatin li darxistin hinek ji wan jî amedekariyê wan berbi dawî ve diçe. Piştî Silêmanî û Hewlêrê niha jî li Ranya em konferansa Hemwelatê Azad a Binarê Qendîlê li dardixin. Pîştî vê konferansê jî em xwe ji bo konferansê Germiyan, Kerkûk û Duhokê jî amade dikin. Hemwelatiyê Azad wek sîwanekê di nav civakê de xwe bi rêxistin dike.”
Star, daxuyand ku yekîtiya netewî bi yekîtiya civakê çêdibe û wiha berdewam kir: “Hemwelatiyê Azad di nav civakê de bêyî ku di nav dîn, mezheban û hêzên siyasî de cûdekariyê deynê herkesî hembêz dike. Hemwelatê Azad ji xwe re deshilatdariyê armanç nabîne. Armanca vê Hereketê di nav civakê de xwe rêxistin kirin û bi xwe rêxistinkirinê civakê rêxistin bike. Bêyî ku tiştekî ji hêzek siyasî bixwaze çareseriya pirsgirêkê xwe bixwe bibîne. Wek tê dizanîn îro li her çar perçeyê Kurdistanê Kurd dibin zextêdene. Ji bo vê yekê ji her demê zêdetir îro pêwîstiya Kurd bi yekîtiya netewî heye. Ji bo yekîtî bi bingeh bibejî pêwîste di nav civakê de yekîtiyek xurt hebe.”

6 zilam 5 jin hat hilbijartin

Piştî axaftina Serdar Star bernameya konferansê bi xwendina rapora komiteya amedakar û rêziknamê ve berdewan kir. Komitaya amedekar rapora ku li gor xweseriya herêmê amade kiribû ji hêla delegê konferansê ve êrînî hat dîtin. Rêziknama konferansê jî bi yek dengî hat erêkirin. Rojeva dawî ya konfaransê bi hilbijartina 11 endamê meclîsê bedawam kir. Di dawiya hilbijartinê de 6 zilam 5 jin ji bo meclîsa hemwelatê azada a Herama Binarê Qendîlê hatin hilbijartin.

‘Garantiya çareserkirina pirsgirêkan e’
Di dawiya Konferansê de li ser navê meclîsa hemwelatê azad a Herama Binarê Qendîlê Kerîm Abdulah encamnama konferansê xwend. Di encamnamê de Abdulah bal kişand ser rola meclîsê û got: “Pêwîste meclîs, ti kesî li derveyî xebatê komîte û komisyona nehêle. Ji bo vê jî ew kesê ku beşdarî konferansê bûne erkdarin di nav xebatê hemwelatiyê azad de cîh bigrin. Her wiha pêwîste her delegê konferansê xwe ji ber hemû karan ve jî berpirsyar bibînin û wisa nêzî kar bibe.”
Abdulah di dawiyê de bangî gelê herêmê kir û got: “Li ser tegeha hemwelatiyê azad xebatkirin garantiya çareserkirina pirsgirêka civakê ye. Ev hêjmara ku beşdarî konferansê bûye lazime bi heman rihî di kar û xebatê de xwedî rolbin û mohra xwe li xebatê hemwelatiyê azad bidin. Hemwelatiyê azad banga berxwedan û demokratîkbûnê li hemû hemwelatiya dike. Dibê werin em bi hew re di nav heraketa hemwelatiyê azad de xebat bikin û heya gihiştina mafê xwe yê demokratîk, netewî û siyasî em xebat bikin.”


ÊRÎŞ QOSER - DÎHA/RANYA