
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di malpera xwe ya fermî de girêdayî rewşa şer a dawî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Çeteyên DAIŞ'ê di 19'ê Tebaxê de bi armanca ku xeta bi ewle ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de bigrin, êrîşî bajarokê Cezaayê kirin û di 24 Tebaxê de jî êrîşî bajarokê Rebîa yê Başûrê Kurdistanê kirin. Şer û pevçûnên di navbera şervanên me û çeteyan de heta niha didomin. Çeteyên DAIŞ'ê ku hêza wan a êrîşkirinê li bajarokê Cezaayê hate şikandin, hewl dan ku li qad û deverên din êrîşan pêk bînin. Di vê çarçoveyên de komên çete di 27'ê Tebaxê hewl dan ku Rebîayê bigirin û êrîş kirin. Lê rastî bersivdayîna yekîneyên me hatin û piştî derbeyên giran xwarin vekişiyan vekşiyan. Li vir hewldana wan hate şkandin, 13 çete hatin kuştin û wesayîteke wan hate rûxandin."
´Êrişî Rebîa dikin´
Girêdayî rewşa dawî ya herêma Kobanê jî di daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Hêzên me li herêma Kobanê 3 çalakiyên cuda yên bi bandor li dijî çeteyan lidar xistin. Di hersê çalakiyan de çeteyan derbeyên giran xwarin. Di şeva 27 û 28'ê Tebaxê de li gundê Ziyaret ê li rojvayê Kobanê 2 mewziyên çeteyan hatin rûxandin û 4 çete hatin kuştin. Çeteyên ku bi hawar komên xwe ve hatin di navbera gundên Ziyaret û Zor Mixarê de rastî bersiva şervanên YPG'ê hatin û di encamê de yek ji wan emîr bi giştî 20 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 2 wesayîtên wan hatin rûxandin û wesayîtek jî hate bêbandorkirin. Yekîneyên me li dijî baregehên çeteyan ên li bajarokê Sirrînê yê li başûrê Kobanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayîteke çeteyan hate derbekirin. Çeteyên ku hewl dan bi peyatî werin cihê çalakiyê û wesayîta xwe rizgar bikin, rastî kemîna şervanên me hatin û di encamê de 5 çete hatin kuştin.' Li gor daxuyaniyê çeteyan careke din hewl dan ku derbasî gundê Boraz ê li rojavayê herêmê bibin û hewldana wan ji aliyê hêzên YPG ve hate şikandin û çete neçar man xwe kişînin. Hejmara kuştiyên çeteyên nehate tespîtkirin. Çeteyên DAIŞ'ê Girê Zagros ê li aliyê rojava jî bi çekên giran û hawanan topbaran kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN