EHMED ESAF / ANHA/REQA
Bi armanca pêşwazîkirina xwendekaran ji zêdetirî salên borî, Komîteyên Fêrkirin û Perwerdê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê însiyatîfa sererastkirin û çêkirina dibistanan dest pê kir. Komîteya Fêrkirin û Perwerdê li Reqayê 32 dibistan sererast kirin. Komîteya Fêrkirina û Perwerdê ya Tebqayê dibistenek amade kir û 9’ên din jî sererast dike. Hejmara sererastkirina dibistanan zêdetirî li Dêrazorê ye û 81 dibistan li gundewarên Dêrazorê hatin sererastkirin.
Komîteya Fêrkirina û Perwerdê ya Reqayê dê 150 hezar xwendekar di 340 dibistanî de bi cih bike. Komîteya Fêrkirina û Perwerdê ya Tebqayê dê 65 hezar û 272 xwendekar di 195 dibistanan de bi cih bike û li Dêrazorê jî Komîteya Fêrkirina û Perwerdê dê zêdetirî 200 hezar xwendekar li 465 dibistanên gundewarên Dêrazorê yên hatine rizgarkirin, pêşwazî bike.
Di betlaneyê de mamoste hatin perwerdekirin
Di betlaneya havînê de, Komîteyên Fêrkirin û Perwerdê li herêmên rizgarkirî dewreyên gihandina mamosteyan vekirin. Dewre 2 mehan berdewam kirin. Mamoste fêrî çawaniya dersdayînê ya tevahî madeyan li gor pisporiyan, bûn. Hejmara mamosteyan li Reqayê gihaşt 5 hezar û 500 mamosteyî.
Di vê çarçoveyê de Komîteyên Fêrkirina û Perwerdê ya Tebqayê 2 hezar û 484 mamoste û Dêrazorê 5 hezar û 475 mamoste ji bo sala nû amede kirin.