Piştî sê salan carek din muzîk û dîlanê ji nava Reqayê tê. Rast e, dema mirov dikeve nava bajêr ew dîmenên hilweşandin û kavil derdikeve pêşiya mirovan. Lê dema mirov li şêniyên Reqayê guhdarî dikin û bûyerên bi serê wan ve hatî dibihîzin, hilweşandin û kavilkirina bajêr li pêşberî êşên wan bê wate dibe.

Semîre Qehwecî ku jineke ciwan a ji gundê Hawî Alhewa ye, ji me re qala serpêhatiya xwe kir: "DAIŞ'ê jiyan li me bê tehim û bê wate kiribû. Civat mirî kiribûn. Nedibû ku kes li muzîkê guhdarî bike, kes bi ser hev d biçin û bên. Heta em nikaribûn bi malbatî li hev kom bibûna. Her tişt sar kiribûn." 



Qehwecî wiha dewam kir: "Tevî em niha koçber in û em dizanin ku xaniyê me jî hilweşiyayê ye, dîsa tehma jiyanê li me vegeriya ye. Ya herî girîng em dikarin silavekê bidin cîranên xwe." Ev sê roj in li kolanên Reqa dengê guleyan û topan hate rawestandin. Li şûna wê dengê muzîkê ji her kolanê tê û di her wesayiteke şervanan de dengê muzîka herêmî bilind e. Ji xwe sivîl nikarin werin bajêr ji ber kolan û mal hîn nehatine paqijkirin ji bermahiyê çeteyan. Lê kolanên sereke û qad hatine paqijkirin.Civaka Ereb fêrnebûne ku jinekê bi cilên leşkerî û qilêş bibîne. Lewma li Reqa û derdora wê ya herî balê dikşîne û bi bandor YPJ'ê ye. Bi dehan ciwanên jin ên gundewarên Reqayê tevlî nava refên YPJ'e bûn. 


REQA