
Li navenda bajarê Reqayê, qonaxa dawî ya Xezeba Firatê ya bi navê “Cenga Mezin” bi hemû lez û hêza xwe didome. Di navbera şervanên QSD’ê yên ku ji aliyê rojhilat ve ketine Taxa Sînea û ji eniya rojavayê jî ketine Taxa Xatunê û DAIŞ‘ê de pêvçûnên dijwar diqewimin. Şervanan heta niha taxên El Meşleb, Sebehiyê û Romaniyê ji çeteyan paqij kirin û li van taxan lêgerîna wan a ji bo paqijkirina mayîn û teqemeniyan berdewam dike. Li Taxa Sebehiya ya ku 3 berê hatibû rizgarkirin niha jiyan ji nû ve dest pê kiriye û niştecihên niştecihên taxê dest bi çandiniya baxçe û erdê xwe kirine. Li gel vê, êdî li kûçe û kolanên taxê jî dengê zarokan bilind dibe. Jinên ku çarşefên reş ji ser xwe avêtin û kincên rengîn li xwe kirine û hevcinsên xwe şervanên YPJ’ê yên ku ew rizgar kirine hembêz dikin û ji azadî û jiyana nû re dibêjin “Merhaba-Ehlen û sehlen”. Her wiha niştecihên taxê ji bo nebin hedefa guleyan, her cihê ku diçinê paçê spî vedikin.
Bajêr ji gemara DAIŞ’ê paqij dikin
Çeteyan pira li ser cihoka avê ya ku di nav taxê re derbas dibe hilweşandibû û nedihat bikaranîn. Lê şervanan hesinek mezin avêtine ser û bi vî awayî careke din rê ji bo çûnhatinê vekirin. Şervanan ala û lewheyên aîdê DAIŞ’ê hemû rakirine. Lê çete jî ji bo ku pêşveçûna şervanan asteng bikin, ji bo ji kolanekê derbasî kolaneke din bibin tunel çêkirine û binî gelek xaniyan jî kolandine. Li rojavayê Taxa Sebehiyê erdekî pembûyê yê berfireh heye. Li ber vî erdî jî cihoka avê derbas dibe. Piştî ku tax ku bi temamî kete bin qontrola şervanan, hemwelatî bi awayekî ewlehî careke din vegeriyan nav erdê xwe yê pembû û dest bi çandiniyê kirin. Şivan jî bi dilekî rehet keriyên pezê xwe berdane çêrandinê. Di dema DAIŞ’ê de ji ber di bin navê “Zekatê” de nîvê berhemiyên wan (mewsîm) ji wan digirtin, nikaribûn bi sewalkariyê û çandiniyê re eleqadar bibin, lê niha niştecih bê ku kesek mudaxeleyê wan bike karê xwe yên rojane dikin.
Herêma ewle
Şervanên QSD’ê, mayinên ku ji hêla çeteyan ve li rojavayê taxê hatine bicihkirin yek bi yek îmha dikin û operasyona paqijiyê dikin û vir bi temamî kirine qadeke ewle. Şervanên ku bi taybetî li dora cihokên avê kon vedane, ji bo sivîlan ji pêvçûnan biparêzin wan li vir bicih kirine. Bi sedan sivîlên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin li van konan hatine bicihkirin. Ev der ji hêla niştecihên taxê ve wek e ‘herema ewle” tê pênasekirin.
Alaya spî
Li vê taxa ku ji nû ve jîndar bûye, Reqayî ji bo nebin hedefên guleyan li her derî paçên spî bi xwe re digerînin. Li wesayîtan û motosiklêtan ev paç tên daliqandin û kesên peya jî di dest xwe de digerînin. Ev çendeke li taxê tişta herî zêde balê dikêşe ev rewş e. Reqayî vê wek “ala spî” bi nav dikin û wiha dibêjin: “Dema em van bi xwe re digerînin, bi awayekî dil rehet diçin û tên. Em vê yekê tenê li qadên ku şervanên QSD’ê lê ne dikin. Jixwe em nikarin di qadên çeteyan de bikin. Ew guh nadin tiştekî, yekser guleyan direşînin.”
Silavê li jiyaneke nû dikin
Jin û zarok, dema şervanên YPJ’ê dibînin ji kûrahiya dil dikenin û her wiha li hin deveran jî bi coşeke mezin şervanên YPJ’ê hembêz dikin û wê hesreta xwe ya ji bo azadiyê didin der. Hin jin nikarin xwe nagirin û hêstir ji çavên wan dibarin, hin jê jî bi berzkirina dirûşmeyan kêfxweşiya xwe ya ji bo azadiyê parve dikin. Şervanên YPJ’ê jî hem bi zarokan û hem jî bi jinan re sohbet dikin û jin zilma ku DAIŞ’ê li wan kiriye ji wan re vedibêjin. Jinên ku ji zilm û zordariyê hatine rizgarkirin bênavber ji YPJ’yiyan re dibêjin “Merhaba-ehlen û sehlen, em û hûn tev bixêr hatin.”
Li karê xwe yê berê vegerîne
Ji niştecihên taxê yên di nav erdê pembû de dixebitin Salîme Mihemed a 45 salî, diyar kir ku çeteyan hin ferdên malbata wê birine navenda bajêr. Mihemed, da zanîn ku çete wan weke mertalên zindî bi kar tîne. Mihemed dest nîşan kir ku niha çeteyan ew birine rojavayê Taxa Sebehiyeyê. Mihemed ku tevî kur û keça xwe di nav zeviyê de dixebite, diyar kir ku di dema DAIŞ’ê de ji ber di bin navê “Zekatê” de nîvê berên (mewsîma) ji wan dihat stendin wan nikaribûya bi rehetî çandiniyê bikin û got: “Niha taxa me ji hêla QSD’ê ve hat rizgarkirin. Ev çendeke heremekî bi ewleh hatiye avakirin, em li wir in. Çeteyan dest danîne ser her tiştên me. Her tim dest datanîn ser ji nîvî zêdetir mal û milkên me yanî mewsîma me. Lê niha ez bi malbata xwe re li nav erdê xwe dixebitim. Niha tenê fikara me ferdên malbatê yên di dest çeteyan de ne. Em hêvî dikin ku demildest wan jî rizgar bikin.”
Dawî li rojên tarî hat
Mahmûd Ehmed ê ku tevî 4 zarok û hevjîna xwe ji Taxa Romaniyê hatiye Taxa Sebehiyê, diyar kir ku DAIŞ ji serjêkirinê û tarîtiyê pêvtir tiştekî din nîne. Ehmed, anî ziman ku ev yek hema bêje bûye rewşek rojane. Ehmed got ku ji tirsa wan nikaribû dengê xwe bike. Ehmed, da zanîn ku yê li hemberî vê rewşê derdiketin jî dihatin înfazkirin û ev tişt gotin: “Şikir ji Xwedê re hêza demokratîk hat. Bixêr hatin bajar û warên me. Em pir li benda wan man ku ji bo me ji van hovan rizgar bikin. Taliyê em jî ji wan rojên tarî û zilmet xelas dibin.”
Li Reqayê şer giran e
Çeteyên DAIŞ`ê li taxa Sînaa ya Reqayê êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê kirin. Di vî şerî de 5 çete hatin kuşti û 2 maşîneyên bombebarkirî hatin îmhakirin. Her wiha şervanên QSD’ê gundê Sihêl ê dikeve başûrê rojavayê Reqqayê ji çeteyan paqij kirin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 8’an de bênavber didome. Doh sibehê di saet 5:00’an de komeke çeteyên DAIŞ êrîşî noqteya şervanan ên li taxa Sinaa ya rojhilatê Reqayê kirin. Di encama bersivdayîna şervanan de maşîneyeke çeteyan hat îmhakirin û 5 çete hatin kuştin. Li taxa Sînaa şerên dijwar heta kêliya me nûçe amade dikir jî didomî.
Li baskê rojavayê Reqayê doh di saat 18:00’an de şervanên QSD’ê bi armanca rizgarkirina taxa Hitîn ketin nava tevgerê. Di navbera şervanan û çeteyên ku xwe di tunel û qenalên bin erdê de bi cih kiribûn, şerekî dijwar qewimî. Di encama şerê li vê taxê de 3 şervanên QSD’ê şehîd ketin, 5 şervan jî birîndar bûn.
Li taxa Romaniyê xebatên paqijkirina bermahiyên çeteyan berdewam dike.
Li gundê Sihêl ê ku 7 kîlometre dikeve başûr rojavayê Reqqayê, şervanan dest bi xebata lêgerînê û paqijkirina bermahiyên çeteyan kirin. Heta niha termê çeteyekî tevî çekeke kalaşnîkofê ketiye destê şervanan.
ERDOGAN ALTAN/ NAZİM DAŞTAN/DÎHABER/REQA