Çalakiyên Yekemîn Mihrîcana Aştiyê ya Zarokan û Mihrîcana Kulîlkên Firatê li gundê Sefafê yê Reqayê bi dawî bûn. Mîhrîcan bi piştevaniya Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Komîteya Çand û Şûnwaran  a Reqayê û koordîneya Rêveberiya Jinan a Tebqayê li dar ket. Şîara mîhrîcanan “Zarokatiya bidin me, aştiyê bidin me” bûn, her wiha cara ewil li Reqayê mîhrîcanên bi vî rengî çêdibûn. 7 komên zarokan bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî mîhrîcanê bûn. Her wiha Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek bi navê “Hevkarî” û Koma Şano ya girêdayî Navenda Çandê ya Reqayê bi navê “Hûta” şano pêşkêş kirin. Koma Kevneşopiya Kurdî ya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê stran li ser Efrîn û binpêkirinên dagirkeriya Tirk gotin. Mihrîcan bi gerandina xelekên govendê li ber stranên folklorî bi dawî bû. REQA