Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê ji bo bîranîna şehîdên qirkirina 3‘yê Tebaxa 2014‘an ku çeteyên DAIŞ‘ê li Şengalê pêk anîbûn çalakiyeke hunerî pêk anî.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mustefa axivî û got: “Em li vir li navenda çand û hunerê kom bûne da ku hovtirîn sûcên DAIŞ‘ê li Iraq û Sûriyê kirine bi bîr bînin, sûcê herî mezin ê li dijî  Êzidiyan hat kirin. Di encamê de bi qasî 5 hezar kes hatin kuştin û bi hezaran jin hatin revandin.”

Piştre, koma Weter straneke bi navê “Şengalê” got, helbestvan Mehmûd El-Rebîd li ser hovîtiya DAIŞê ya li dijî gelan helbestek xwend. Di çalakiyê de, belgefilmeke bi navê “Qirkirina Şengalê” ku ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ve hatibû amadekirin, hate pêşandan. Di dawiya çalakiyê de şanoyeke li ser heman mijarê hate pêşkêşkirin.

ANHA/REQA