
Li Reqa û Dêra Zorê şervanên QSD´ê serketî operasyonên xwe dewam dikin. Li Reqayê di şer de 17 çeteyên din doh hatin kuştin. Li Dêra Zorê jî 2 gund hatin rizgarkirin û herî kêm 9 çeteyên DAIŞ´ê jî hatin kuştin. Li Dêra Zorê doh wekî din 10 hezar sivîl hatin rizgarkirin.
Di şerê giran de ku li navenda Reqayê dewam dike, 17 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê didome. Li derdora nexweşxaneya Wetenî, çerxereya Neîm û goristana bajêr di navbera şervanên QSD´ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rûdidin. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan dixin.
Çeteyan li nêzî goristana bajêr hewl da bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî şervanan bikin. Lê beriya ku her du wesayît bigihêjin armaca xwe, ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.
Di şerê li derdora goristana bajêr de 17 çete hatin kuştin û hêjmarek zêde ji çekên çeteyan ketin destê şervanan.
Her wiha di şerê li vê derê de 2 şervan jî şehîd bûn.
Dema nûçeya me dihat amadekirin şer bi dijwarî dewam dikir.
QSD`ê 10 hezar sivîl rizgar kirin
Li aliyê din di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD`ê doh 10 hezar sivîlên Dêra Zorê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê, 9’ê Îlonê hatibû destpêkirin, serketî dewam dike. Şervanên QSD’ê roj bi roj bi pêş ve diçin û gund û gundikên bejahiya Dêra Zorê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin.
Di çarçoveya rizgarkirina sivîlan de, şervanên QSD`ê doh 10 hezar sivîlên Dêra Zorê ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ´ê û balafirên Rejîma Sûriyê û Rûsya dev ji warên xwe berdabûn, rizgar kirin.
Di pêngavê de doh wekî din li Baskê Mergeda gundê kobra yê li ser ava Xabûrê û li Baskê Ebû Xeşeb jî gundê Mewalîh ê li bakurê Siwerê, rizgar kirin. Di encama şerê li Mewalih de 9 çete hatin kuûtin û li gundê Kobra panzereke teqemenî barkirî hat îmhakirin.
REQA / DÊRA ZORÊ