Li bajarê Elmanyayê Reutlingenê, şeva piştgiriya bi Rojava re hat organîzekirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Reutlingen çalakî organîze kir. Şeva piştgiriyê li hola “Reutlingen Lulius Kemmler Halle” bi rê ve çû.
Nûnera PYD´ê Zozan Rojava di şevê de axivî û got, li Ewrûpayê li ser Kurdan ferz e ku çand û zimanê xwe biparêzin, bêhtir ber bi pêş ve bibin: “Çand û nasnameya me bi qasî nên û avê muhim in.” Wê êrişa li dijî Şengalê jî rûreş kir û got, “Li ber şehîdên me, em careke din didin zanîn ku em ê dilsozê sonda xwe ya şoreşger bin. Roj roja yekîtiyê û yekwucûdbûnê ye. Wa ye Rojava talan dikin. Ji bo ku dawî li talanê û qirkirinê bê anîn, rêyek heye, rêya yekîtiya topyekûn. Ev têkoşîna ji bo yekîtiyê, hewldana yekkirina çar parçeyên Kurdistanê ye. Van demên dawiyê bi qedrê vê xebatê êdî baştir tê zanîn.”
Di çalakiyê de Hozan Sîmar, Hozan Hevî Şêxê, Zenar Rojava û Grup Emege Ezgî derketin ser dikê.
REUTLİNGEN